Ji ber teqîna Stenbolê 8 kes din hatin desteserkirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Stenbolê, têkildarî teqîna li Kolana Îstîklalê 8 kes din hatin desteserkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna derheqê teqîna Kolana Îstiklalê ya Navçeya Beyogluya Stenbolê de 8 kes din hatin desteserkirin.

Ev kes, bi îdiaya ku alîkariya gumanbara teqînê Ahlam Albashir kirine hatine desteserkirin. Her wiha hate ragihandin ku yek ji bergumanan Bîlal Hassan ê ku dihate gotin reviyaye jî di nava van kesan de ye.

Hate diyarkirin ku ji 8 kesan 5 li Bûlgarîstanê hatine binçavkirin.

 Hate hînbûn ku kesê bi nasnavê “Hussam” ku li Azezê hate girtin jî anîne Stenbolê. T.A., S.G., M.E.Y., H.A., S.C., H.A, û H.A’yê bi nasnavê H. anîn Miduriyeta Polîsan a Stenbolê. Hate hînbûn ku yek ji kesên hatiye binçavkirin sewqî edliyeyê hatiye kirin.  MA: Kurdî

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ji ber teqîna Stenbolê 8 kes din hatin desteserkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *