Ji Hevserokê HDP’ê Sancar, derbarê êrîşa Mêrsînê de nirxandinên girîng

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hevserokê Giştî yê HDPê Mithat Sancar, derbarê êrîşa li hemberî mala polîsan ya li Mêrsînê de hin nirxandinên girîng kirin. Sancar, destnîşan kir ku divê ev kiryar wek beşek ji planên tevlîheviya berî hilbijartinê bê dîtin.

Herserokê Giştî yê Partiya Demokratîka Gelan (HDP) Mithat Sancar, êrîşa li dijî mala polîsan ya li navçeya Mezîtliya Mêrsînê de ji beşa Tirkî ya televîzyona Alman Deutsche Welle re nirxand. Sancar got: “Divê ev kiryar wek beşek ji planên tevlîheviya berî hilbijartinê bê dîtin.”

Her wiha Sancar, anî ziman ku wan ji Sibata 2021’an ve partiyên din ên muxalefetê di vê mijarê de hişyar kirine û bang li hemû partiyên muxalefetê kir ku li hemberî provokasyonên di pêvajoya hilbijartinê de bi hev re tevbigerin.

Di berdewamiya axaftina xwe de Sancar got: “Ji bo bûyerên wek ên di navbera 7ê Hezîranê û 1ê Mijdarê de dubare nebin û bên pûçkirin, pêwîstî bi hevkariyeke berfireh a demokratîk heye.”

Di vê navbere de, Hevserokê Giştî yê HDP’ê derheqê tifaqa hilbijartinê de jî hin nirxandin kirin û wiha got: “Nêzîka salekê ye em bo avakirina vê tifaqê kar dikin û armanca wê ne tenê hilbijartin e. lê em dixwazin eniyeke demokratîk a bihêz bin. Nexşerêya tifaqê dê di sê pêvajoyan de birêve biçe. Pêvajoya heta hilbijartinê, pêvajoya hilbijartinê û pêvajoya piştî hilbijatinê ye. Piştî hilbijartinê jî dê li vî welatî hinek pirsgirêk berdewam bikin. Ev tifaq dê li ser karê xwe yê xebata demokratîk, aştî û dadmendiyê berdewam be.”

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ji Hevserokê HDP’ê Sancar, derbarê êrîşa Mêrsînê de nirxandinên girîng

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *