Ji Koordîsyona Erdhejê ya HDP’ê banga piştevaniyê

featured
MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Koordînasyona Erdhejê ya HDP’a Îzmîrê, diyar kir ku avakirina pergaleke adilane bi piştevaniyê pêkan e û banga xurtkirina piştevaniyê kir.

Koordînasyona Erdhejê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê têkildarî kampanyaya piştevaniyê li avahiya partiyê daxuyanî da. Hevserokê HDP’a Îzmîrê Çinar Altan got ji roja ewil a erdhejê ve birêxistîn bûn û bi avakirina navendên koordînasyona krîzê torên piştevaniyê ava kirine.

Altan, da zanîn ku heta niha ji 27 navçeyên Îzmîrê alîkarî kom kirine û wiha berdewam kir: “Me ev alîkarî bo herêmên erdhejê şandin. Her wiha xebatên me yên ji bo mexdûrên erdhejê yên hatin Îzmîrê jî berdewam in. Em spasiya hemû hevalên xwe yên kolan bi kolan, tax bi tax xwe birêxistin kirin, li gel me bi awayekî koordîneyî alîkarî gihandin herêmên hilweşiyayîn ku şopa dewletê jî lê tune ye. Her wiha spasiya rêxistinên civaka sivîl, spasiya xelkê me yê digot; ‘ez HDP’î nînim lê dizanim ku alîkariya heyî tenê hûn bi awayekî rast û dirûst digihînin gel’, spasiya yên ku TIR’ên me bi hevkariyê dagirtin, yên pariyê nanê xwe bi mexdûrên erdhejê re parve kirin, dikin.”

‘Êşa me giran, birînên me kûr in’

Altan, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Banga me ji bo tevahiya gelên me ew e ku rêxistiniya piştevaniyê mezintir bikin, li dijî astengkirinên AKP-MHP’ê ku mexdûrên erdhejê ceza dikin derkevin, ji berpirsyarên vê hilweşînê hesabê bipirsin. Êşa me giran, birînên me kûr û hêrsa me zindî ye. Lê li gel vê; divê em ji bo avakirina pergaleke wekhev û adilane piştevaniyê mezintir bikin. Roj roja mezinkirina tora piştevaniya civakî ye. Roj roja têkoşîna li dijî kesên bo berjewendiyên komeke sermayedar, bi milyonan kes di bin kavilan de hiştine ye.” (MA)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ji Koordîsyona Erdhejê ya HDP’ê banga piştevaniyê

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *