Ji Neteweyên Yekbûyî bo Tirkiyeyê banga alîkariyê

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo mexdûrên erdheja Mereşê bang kir ku yek mîlyar dolar alîkarî bê kirin.

Sekreterê Giştî yê NYyê Antonîo Guterres derbarê vê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û got bila ji bo gelê Tirk alîkarî bê kirin.

Guterres got pêvajoya alîkariyê wê 3 mehan dewam bike, bi taybetî ji bo xurek, ewlehî, perwerde, av û cihê lê mayînê feydeyê bigîhêje 5,2 milyon însanan.

Guterres wiha dewam kir: “Li dinyayê welatê herî zêde mazûvaniya penaberan dike Tirkiye ye û bi salane li hemberî cînarên xwe yên Sûriyeyî destvekirî tevdigere.”

Sekreter Guterres got niha dora dinyayê ye ku piştgiriya Tirkiyeyê bike û anî ziman ku NY îro ji bo gelê Tirk banga alîkariya însanî ya milyarek dolarî dike. (AA)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ji Neteweyên Yekbûyî bo Tirkiyeyê banga alîkariyê

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *