Ji rojnamevan Yalçin re cezayê girtîgehê hat birîn

featured
Nurcan Yalçin
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Ji rojnamevan Nûrcan Yalçin re bi hinceta “Alîkarî daye rêxistinê” 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat birîn.

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê,  derheqê rojnamevan Nûrcan Yalçin de ji ber hin bi îdiaya “Bi zanebûn û dilxwazî alîkarî daye rêxistinê” doz hatibû vekirin. Danişîna doza Yalçin li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate dîtin.

Di rûniştina ku beyî tevlibûna Yalçin pêk hat de, parêzêrê wê Resûl Tamûr parastin kir.

 Temûr, diyar kir ku muwekîla wî rojnamevan e, ev di belgeyên ji aliyê miduriyeta polîsan ve hatine pêşkeşkirin de tê fêmkirin û di vê mijarê de hewceyî bi nîqaşê nîne.

Her wiha Temûr, derbirî ku, dîmen û wêneyên di materyalên dîjîtal de derketine hatine weşandin û wiha axivî: “Me dîmenên hatine weşandin jî pêşkeşî dadgehê kirin. Nûçe di sala 2015’an de hatiye çêkirin. Di sala 2016’an de li ser endamê rêxistinê derdikeve. Nûçeyeke ku hatiye belavkirine, ev jî dide nîşandan ku muwekîla min ev dîmen nedane. Muwekîla min di ajansa nûçeyan a jinan de dixebitî. Ji ber polîtîkaya nûçeyan a ajansê nûçeyên jinan çêdikin û zimanekî li gorî vê bikartînin. Ne pêkane bi awayekî din nûçeyan çêbikin. Ji xwe muwekîla min jî got ku bi tu awayî ne ketiye qada girtî, li derve dîmen û wêne kişandine. Her wiha dîmenên ku muwekîla min kişandin ji aliyê hin rojnamevan û hemû medyayên navnetewî ve hatin weşandin. Girtekên polîsan, mutalaa û doz jî li ser vê hatine nivîsîn. Ji ber ku ev vîdeo weke delîlên sereke yên dosyayê nîne em nizanin ka ev girtek rast in an xelet in.”

 Temûr herî dawî destnîşan kir ku ji ber muwekîla wî sûcê diavêjin ser nekiriye, daxwaza beraeta muwekîla xwe kir.

Piştî navbereke kin, dadgehê biryara xwe aşkera kir û bi îdîaya “Bi zanebûn û dilxwazî alîkarî daye rêxistinê” 2 sal û 6 meh ceza ji Yalçin re birî.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ji rojnamevan Yalçin re cezayê girtîgehê hat birîn

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *