Jiber bihabûnê welatî nikarin dermanan bistînin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Bi boneya Lîrayê Tirk, hemberî pereyên bîyanî pir bê qîmet bûye, firmayên dermanan nikarin têrê derman hilberînin. Ev yek jî bûye sedema buhabûna dermanan û loma welatî gelek caran nikarin dermanan bistînin. Serokê Odeya Dermanfiroşên Wan-Bidlîs-Colemêrgê Hayrullah Fîkret Baransel dibêje niha ew nikarin ji sedî 20 dermanan peyda bikin.

Li gor amarên Yekitîya Dermanfiroşên Tirk (TEB) Tirkiyê niha 850 cure derman nayên peydakirin. Her wiha tê gotin ku hejmara van dermanên ku peyda nabin, bi sedema kura dîwîzî di sala 2022’an de  wekî 6,29 hatiye sabîtkirin, her roj diçe zêde dibin.

Serokê Odeya Dermanfiroşên Wan-Bidlîs-Colemêrgê Hayrullah Fîkret Baransel nêrînên xwe yên derbarê peydakirina dermanan de bi Serhat Newsê re parve kir.

Jiber bihabûnê welatî nikarin dermanan bistînin - Hayrullah Fikret Baransel 1024x768 1
Hayrullah Fîkret Baransel

‘Ji sedî bist derman nayên peydakirin’

Baransel got ku ew jiber zêdebûna kura diwîzî nikarin êdî li nava piyasê de reqabetê bikin û berbi xitimandinê ve hatine. Ew dibêje niha li piyasayê ji sedî 15-20 derman nayên peykakirin û ew rewş her diçe xirabtir jî dibe.

‘Sala tê rewş wê xerabtir bibe’

Herwiha Baransel dibêje ku di sala 2022’an de kura diwîzî jibo dermanfiroşiyê wekî 6,29 hatiye sabîtkirin, lê ew dibêje pêwîste ku kur bibe 9,50. Baransel anî ziman ku di heyama çaryêka vê salê de wê rewş xerabtir be û derbirî ku heta dawîya salê ger aboriya Tirkiyê wiha biçe û tu guhertin çênebe jî di meha Sibatê de wê derman ji sedî 50 buha bibe. Herwiha Baransel destnîşan kir ku piranî dermanên penceşêr, diyabet, tansiyon û yên derûniyê nayên peydakirin

‘Min heta niha krîzek wiha nedîtiye(

Dermanfiroş Melek Yildiz ev 17 sale vî karî dike. Dibêje ku wê di nava vê demê de tu carê krîzeke dermanan a wiha nedîtiye û bi sedema buhabûna dermanan welatî gelek mexdûr bûne. Bona ku enflasyon li welat bilind bûye Yildiz amaje dike jiber tunebûna dermanan pir caran bi welatiyan rû bi rû dimînin û ev jî dibe sedema nexweşiyan. Herwiha Yildiz derbirî, bo ku derman nayên dîtîn, zêdeyî nexweşên penceşêr û epîlepsiyê di rewşek xeter de ne.

Jiber bihabûnê welatî nikarin dermanan bistînin - Melek Yildiz 1024x682 1
Melek Yildiz

‘Êdî neçarî ji derva derman tên standin’

Xwediyê depoya dermanan Îlyas Ceylan jî sedema krîza dermanan bi du tiştan ve girê dide û wiha di axive: “Sedema yekan bilindbûna diwîz e. Pêşiyê diwîz li ser 4,70’an hate diyarkirin. Pişt re ji sedî 35 zam hate kirin. Niha fîrma li bendê ne zamek din were kirin. Ya din jî li Tirkiyê nêzî ji 126 firmayên dermanan jê 110 fîrma di sala 2001’an de ji aliyê vê hiqumetê ve firotin biyaniyan.  Loma êdî neçarî firma dermanan bi diwîzî ji derve dikerin. Niha li Tirkiyê tenê 16 fîrma hene. Ji van jî çar pêncek yên mezin in. Ê din jixwe nikarin pêdiviya dermanan bo Tirkiyê pêk bînin.

Jiber bihabûnê welatî nikarin dermanan bistînin - İlyas Ceylan 1024x768 1
Îlyas Ceylan

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Jiber bihabûnê welatî nikarin dermanan bistînin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *