‘Divê em wêşeya Kurd ji wêjeya Cîhanê dûr nebînin’

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Wêjeya Kurdan piranî li ser esasa devkî hatiye heta roja me ya îroyîn. Çîrokbêjî jî sereke qadek wêşeya kurdî ya devkiye. Ev kevneşopiye xwedî dîrokek qedîme û ji rêyek dûr heta roja me xwe gihandiye.

Li Wanê bi ser çîrokbêjîyê xebatek hêja birêve çû. Hin nivîskarên Kurd yên qedir giran di panelekî de hatin cem hev û li ser mijara çîrokbêjiyê guftugoyek pêk anîn. Nivîskarên ku tevli panelê bûne nêrînên xwe bi Serhat Newsê re parve kirin.

Nivîskar Bajar Mîrzeman, derbarê Wêjaya Kurdî de hin niraxndin kirin û got ku çîroknivîsiya Kurdî li gor wêjeyên din ên cîhanê hinek dereng destpê kiriye. Mîrzeman di vê çarçoveyê de ev agahi bi me re parve kir: “Jibo ku li tevahiya cihanê zimanê me bê nasîn, hin kêmasiyên me hene. Lê li gor 20 salên derbasbûyî bi avayekî çalak çîrokên Kurdî tên nivîsîn. Li ser Kurdî pêkutî hêj jî berdewamin. Hêj jî dibistanên Kurdî tune ne. Ev nîşaneya berdewamiya pêkutiyên li ser Kurdi ye. Ji ber van sedeman hê jî di nava civakê de xwendin û nivîsîna Kurdî kême. Divê em slogana ‘Ziman Hebûne, Bê Ziman Jiyan Nabe’ bidin jiyandin.”

Yek ji nivîskarên Kurdî Xezal Retkanî, ku di kovaran de gelek nivîsên wê hatine weşandin niha jî li bendê ye ku di ‘Kovara Kurte Çîrok’ de çîrok û hin kovarên din de xebatên wê yên derbarê dîroka Kurdan de bêne weşandin. Retkanî, amaje bi pêkutiyen li ser Kurdî kir û li aliyê din jî gazincên xwe yên bo dûrbûna ji zimanê dayîkê anî ziman.

Retkanî, divê derbarê de wiha axivî: “Zarok tim bi Tirkî diaxivin. Tirkî wekî zimanekî nûjen tê dîtin. Kurdî tenê di nava malê de dimîne. Demek dirêj ez li Enqereyê mam. Ez matmayî bûm ku li bajarekî wekî Amedê ciwanekê ji min re pirsî ‘Tu çewa hînê Kurdî bûy?’ Malbat dixwazin zarokên wan di dibistanan de hînê Tirkî bibin. Lê pêwîste zarok pêşiyê zimanê dayîkê hîn bibin.”

Nivîskarê Wêje û Lêkolînê yê Zimanê Kurdî Mihemed Şarman destnîşan kir ku divê wêjeya Kurdî bi wêjeya cîhanê ve were girêdan. Şarman, got ku di vê mijarê de dezavantaj hene û wiha domand: “Divê ev kêmasî motîvasyona me sist nekin. Nivîskar û xwendevanên kurd di civaka kurdî de ji ber hin sedeman û kêmasiyên kurdî ji meseleyên edebî û estetîkê dûr dikevin. Mînak, ger em bifikirin ku hin tiştên ku em di estetîk û edebiyatê de dibînin ne ji bo me ne û ji bo me mezin in, ev yek nîşan dide ku edebiyata me nikare baş be. Wextê ku nivîskar û xwendevanên me fikra ‘pirtûkên me nayên xwendin û nayên firotin’ bi dest dixin, nikarin di warê kurdî de pêş bikevin. Dibe ku ew dev ji karê xwe yê nivîskariyê jî berde. Em dikarin bi pirsa ‘Zayînbûn, mirin û jiyan çi ye?’ bi kurdî û bi fikirîn û nivîsandina bi kurdî edebiyateke baş biafirînin.”

Serhat News

Vîdeo-montaj: Dildar Guler

 (lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
‘Divê em wêşeya Kurd ji wêjeya Cîhanê dûr nebînin’

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *