Jinek Kurd dibe Balyoza Amerîkayê ya Misrê

featured
Hêro Mistefa Bajalan
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Serokê Amerikayê Joe Bîden, jina Kurd a bi navê Hêro Mistefa Bajalan bo Misrê wekî balyoz pêşniyar kir.

Koşka Spî di daxuyaniyekê de ragihand, Serokê Amerîka Joe Biden plan dike, Hêro Mistefa Bajalan ji bo peywira Balyoza Amerîka ya Misrê destnîşan bike.

Di daxuyaniyekê de hatiye gotin, Hêro Mistefa Bajalan di navbera salên 2019-2023’an de Balyoza Amerîkayê li Bulgaristanê bû. Cîgira Serokê Nûneratiya Amerîkayê li Balyozxaneya Lîzbona Portekizê bû. Her wiha Şêwirmenda Siyasî di Balyozxaneya Amerîka li paytext New Delhi, ya Hindistanê peywir bicihaniye.

Hîro Mistefa pêştir jî di Ofîsa Cîgirê Serokê Amerîkayê de li ser mijarên girêdayî Rojhilata Navîn, Asyaya Navîn û Başûr kar kiriye.

Li gor malpera Koşka Spî, Mistefa li Washingtonê heta niha di van peywiran de cih girtiye; Cîgira Rêveberê Ofîsa Efxanistanê, Şêwirmenda Rojhilata Navîn li Ofîsa Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Siyasî, Rêveberê Dosyaya Karûbarên Îranê û Karûbarên Îsraîl û Filistînê û Urdunê, Encûmena Asayişa Niştimanî

Hêro Bajalan li derve jî wek Koordînatora Sivîl a Amerîka li Mûsilê, Berpirsa Konsulxaneyê Beyrûtê û Berpirsa Siyasî li paytext Atîna ya Yûnanistanê kar kiriye.

Hêro Mistefa xelata “Matilda W. Sinclair” ji bo Serkeftina Berbiçav di Zimanên Biyanî de wergirtiye. Ji bilî zimanê Îngilîzî, Kurdî, Erebî, Farisî, Yewnanî, Hindî, Bulgarî û Portekîzî jî dizane.

Hêro Mistefa dema wergirtina peywira Balyozê Amerîka li Bulgaristanê di sala 2019’an de  got: “Ez şanaziyê bi wê yekê dikim wek Kurdekî Amerîkî wekî Balyoz hatime namzedkirin.”

Hêro Mistefa Bajalan di sala 1973’an li Hewlêra Paytexta Herêma Kurdistanê ji dayîk bûye. Di 3 saliya xwe de ligel malbata xwe koçî Amerîkayê kiriye, li Zanîngeha Georgetown a Washingtonê xwendiye û li Zanîngeha Princeton a New Jersey mastera ‘Zanistên Siyasî’ wergirtiye.

Koşka Spî diyar kir, wan belgefîlmek li ser koçkirina malbata Hêro Mistefa Bajalan çêkiriye ku Hêro qehremana wî belgefîlmî ye. (K24)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Jinek Kurd dibe Balyoza Amerîkayê ya Misrê

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *