Jineke ku ji Îranê koçî Wanê kiriye: Ez ji bo zaroka xwe birêketim!

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Jina bi navê F.H., sê sal beriya niha tevî hejînê xwe ji Îranê koçî Wanê kiriye. F.H., ya ku îlticayê Tirkiyeyê kiriye dibêje rejîma Îranê pêkutiyê li ser jiyan dide meşandin.

Jina Kurd, F.H. 30 saliye û zarokek wê heye. Ew dibêje, jin li Îranê rastî gelek pêkutiyan tên, lê jinên Kurd bêhtir di nava rewşeke xerab de ne. F.H, hem di bin pêkutiyên rejîmê de hem jî yên malbatê de li Îranê ne dikari bi tena serê xwe derkeve kolanê jî.

‘Di temenê biçûk de hatiye zewicandin’

F.H.’ya ku di temenê biçûk de hatiye zewicandin 5 salan li gel malbata hevjînê xwe jiyan kiriye. Ew bi ser biryara xwesuya xwe derdikeve rêvingiya koçberiyê û li Wanê serdana îltîcayê dike. Ew wiha axivî: “Ger ez li gel wan derneketibam, wê zaroka min ji bistandina. Ez neçar mam ku ji wir koç bikim. Lewra li wê derê bimaban, dê welayeta zaroka min bidana malbata hevserê min.”

‘Ez ketim depresyonê’

F.H., diyar kir ku piştî ew hatiye Wanê ketiye depresyonê û wiha domand: “Min ziman ne dizanî. Hevserê min, dest danî ser pasaporta min û zaroka min. Heyamekî di wê rewşê de min jiyana xwe derbas kir. Pişt re min dest bi kar û ez hînê Tirkî bûm.”

Pişt re F.H., bi rêya hevalekî xwe rastî parêzerekî tê û jê re dibêje ku ew dixwaze dev ji hevjînê xwe berde û welayeta zaroka xwe bistîne. Li ser vê yekê parêzer ji wê re dibêje, “Here xwe veşêrê. Em ê biryara dûrxistinê bistînin.” F.H., li ser daxwaza parêzer ji xwe re malekî digire û 25 rojan li wir dimîne. Piştre dadgeh birayara dûrxistinê dide hevjînê wê û  di nava demê de ew bi fermî hevjînê xwe berdide.”

F.H., derbirî ku hevjînê wê derbarê wê de gelek derew li nava bajar belav kirine û wiha got, “Wî wisa difikirî ku ez reviyame. Çoye cem polîsan û gotiye ‘Jina min tevî mafyayê zaroka min rewandiye’. Min ji ber vê îfade da polîsan. Ji hemû kesî re gotiye ku ez bi mafyayê re reviyame. Wî gelek bêbextî li min kirin. Lê hemû kesî jî dizanî ez ji wî direvim. Çibe bila bibe, dîsa jî min ew berda.”

‘Ez bixwazim jî nikarim biçim Îranê’

Ew niha li Wanê tevî zaroka xwe hewl dide jiyana xwe berdewam bike û gelek dixwaze vegere Îranê. Lê her çiqas bixwaze jî ew nikare vegere wê derê. F.H., di vê derbarê de wiha got: “Hevserê min ê berê, dev ji min berda. Lê ez tenê li Tirkiyê berdayî xuya dikim. Li Îranê hêj zewicî diyar dikim. Xezûrê min ê berê li Îranê doz li min kir. Ji bo zarokê min biryara qedexekirina derketina derveyî welat girt. Lewra ger ez biçim êdî nikarim zarokê xwe ji Îranê derxim. Li gorî qanûnên li Îranê zarok bi ji bav re tê dayîn. Min li Îranê jî parêzer girt. Ew hem ji bo hevberdanê û hem jî bo welayetê. Lê dîsa jî ditirsim ku hevjînê min ê berê zaroka min birevîne û cardin nîşanê min nede.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Jineke ku ji Îranê koçî Wanê kiriye: Ez ji bo zaroka xwe birêketim!

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *