Kabîneya hikûmetê îro dê bicive

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Kabîneya Hikûmeta Serokkomarî îro dê bi serokatiya Serokkomar Recep Tayip Erdogan li Enwereyê bicive. Çav li rêye ku di civînê mijarên wekî zêdekirina mûçeyê karmend û teqawîtan bê nîqaşkirin.

Kabîneya Hikûmeta Serokkomariyê, piştî sê hefteyan îro dê li Enqereyê bi serokatiya Serokkomar Recep Tayyip Erdogan bicive. Mijara sereke ya civînê rewşa aborî ya Tirkiyê ye.

Di rojeva kabîneyê de her wiha tedbîrên girêdayî rûbirûbûna bihayên zêde û enflasyonê hene. Tê çaverêkirin ku di civîne de rêjeya zêdekirina mûçeyê karmend û teqawîtan bê gotûbêjkirin. Pêşnûmeya ku rêveberiya aboriyê amade kiriye dê pêşkêşî Erdogan bê kirin û derbarê pêşniyarqanûnê de biryara dawî dê bê dayîn.

Li gor pêşniyarqanûnê mûçeyê herî kêm yê karmendekî derdikeve 22 hezar lîre û ji bo karmendên din jî li gor asta wan dê zêdebûnek bê kirin. Rêjeya zêdekirina mûçe ligel enflasyona 6 mehan dê bi para refahê bê diyarkirin.

Li bendê ye, ligel rewşa aborî mijara şewitandina Quranê ya li Swêdê jî bê nirxandin û gavên dijî vê yekê bên gotûbêjkirin. Herwiha amadekariyên Lûtkeya Serokan a NATO’yê ku dê Erdogan jî beşdar bibe yek ji mijara civînê ye.

Hatiye ragihandin ku Lûtkeya Serokan a NATO’yê di 11 û 12’ê Tîrmehê de dê li Litvanyayê, bê lidarxistin. (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Kabîneya hikûmetê îro dê bicive

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *