Kabîneya Serokkomariyê dicive

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Kabîneya Hiqûmeta Serokkomariyê di bin serokatiya Erdogan de îro dicive.

Civîna kabineya Serokkomartiyê, bi serokatiya Serokkomar û Serokê AKP’ê yê Giştî Recep Tayyîp Erdogan, bi tevlibûna wezîran li Qesra Sorokkomartiyê ya Bêştepeyê de wê piştî nîvro bê lidarxistin.  

Li gor nûçeya Rûdawê, di rojeva kabîneyê de şerê Rûsya û Ukraynayê û veguhestina dexlûdanê Ukraynayê bo bazarên cîhanê, rewşa aboriya Tirkiyê û her wiha polîtîkayên ewlehiyê yên welat hene.

Tê payîn ku Erdogan, di civînê de derbarê hevdîtinên xwe yên bi Serokê Rusyayê Putîn û Serokê Ukranyayê Zelensky re, hin agahiyan bide endamên kabîneyê. Herwiha di civînê de Serokkomar, dê behsa asayîkirina têkiliyên ligel Îsraîlê jî bike.

Di mijara aboriyê de jî dê rêgirîkirina li zêdebûna bihayên kelûpelan, bilindbûna enflasyonê û projeya çêkirina xaniyên civakî bên gotûbûjkirin.

Biryarên di kabîneyê de bên wergirtin, dê piştî civînê ji aliyê Erdogan ve bo raya giştî bên eşkerekirin.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Kabîneya Serokkomariyê dicive

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *