Serdana rêveberên THY’ê ya Wanê di rojeva medya civaki de ye

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Tevî ku nîqaşên li ser pirsgirêka kêmbûna seferên balafiran yên ji bo Wanê, têne meşandin, serdana Desteya Rêveber a THY’ê ya bo Wanê, li ser medya civakî cihek berfireh girtiye.

Li Wanê, bi boneya ku hejmara seferên balafiran gelek kêm bûne, hem welatî, hem jî karsazên geştiyariyê bi gazincin. Li bajar, hejmarên seferên balafiran bo bajarên din ji 11’an deketiye 7-8 seferan. Ev yek jî dibe sedema mexdûriyetên mezin. Ev pirsgirêk çend mehe rojeva bajêr dagirkiriye û tevî hemû bangavaziyên derdorên cuda jî heta niha nehatiye çareserkirin. Di demek wiha de hatiye ragihandin Serokê Desteya Rêveber a Rêyên Hewayî yên Tirk (THY) Ahmet Bolat û endamên desteya rêveber yên din dê bêne Wanê.

Tê payîn heyeta THY’ê di 21’ê Tebaxê de bo du rojan serdana bajar bike. Piştî agahî hat parvekirin, ev mijar kete rojeva medya civakî û cihek berfireh girt.

 ‘Dev ji cudakariyê berdin’

Karsaz Ferîdûn Irak, di hesaba xwe ya medya civakî de bal kişand ser serdana rêveberiya THY’ê û tevî ku Serokê Desteya Rêveber @BilalEksiTHY etîket bike ev parkevikirin weşand: “Em ji we cudakariya pozîtîf naxwazin. Bes hûn tenê dev ji cudakariya negatîf berdin. Ji bo Trabzonê ku nifusê wê ji me kêmtire û zêdetir nêzî Enqere û Stenbolê ye çend sefer hebin bila ji bo Wanê herî kêm ew qas sefer hebin.”

‘Tu li ku mayî mal xirab?’

Karsaz Muhsîn Furat jî bi avayekî henekî nêzî pirsgirêkê bû. Furat, nûçeya serdana rêveberên THY’ê jê girt û ev peyam parve kir; “Dê were, dê were! Tu li ku mayî mal xirab?”

Muxtar Nurten Saglam jî di heman çarçoveyê de balkişand ser mijarê û parvekirina, “#Vanuçamıyor #Wan nikare bifire Ez nikarim ji bo qeyda zarokê xwe di dema dixwazim de bilêt peyda bikim, bo ku bilêtên heyî jî gelek buhane ez nikarim rezervasyon bikim. Ez ji bo malbatên ku wekî min ketine nava vê rewşê gelek xemgînim. Wan çima nikare bifire?? #Vanuçamıyor #Wannikarebifire  #Uçmakiçinkanatmıtaksak # Gelobokuembikarinbifirinlazimeperênmehebin”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Serdana rêveberên THY’ê ya Wanê di rojeva medya civaki de ye

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *