Kaniya Gorky ya ku wêranbûye ji qedera xwe re hatiye terikandin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

‘Kaniya Gorkî’ ku bo bibiranîna wênesazê navdar Arshîle Gorky, li Gundê Dilkaya ya bi ser navçeya Artemêta ya Wanê hatibû çêkirin, wêran bûye û wisa hatiye hiştin. Parlamenterê HDP’ê Garo Paylan derbarê mijarê de got, “Zihniyeta ku niha serdest e, dixwaze hemû şopên ji Ermeniyan mane, ji holê rake. Lê em dixwazin ev berhem bijîn.”

Beriya niha, dema ku Şaredariya Artemêta di destê Partiya Heremên Demokratîk (DBP) de ev Kaniya Gorky ku li cem mala Wênesaz Arshîle Gorky bû, hatibû restorekirin. Bo kaniyê wê çaxê çar muslix hatibûn û li ser wê jî bi 4 zimanên wekî Ermenkî, Kurdî, Îngîlîzî û Tirkî hatine daliqandin.

Kaniya Gorky ya ku wêranbûye ji qedera xwe re hatiye terikandin - Arshile Gorky 3 750x1000 1

Piştî ku ji Şaredariyê re qeyum hate diyarkirin, ‘Kaniya Gorky’ wisa hate hiştin û bi wêranbûnê re rû bi rû ma. Pêşiyê muslixên wê hatin şikandin, piştre ava wê hate qutkirin û tabelayên ku navê Gorky ser bû jî hatin texribkirin. Rêveberiya qeyûm îddia kir ku ava kaniyê boneya ku av kêm diçe taxê hatiye qutkirin, lê dibêjin tu agahiya wan ji wêrankirina kaniyê tuneye.

Kaniya Gorky ya ku wêranbûye ji qedera xwe re hatiye terikandin - Arshile Gorky 1 1140x570 1

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê Garo Paylan ku eslê xwe Ermeniye derbarê mijarê de hin nirxandin kirin û wiha axivî: “Ya rast bi tenê serê xwe tu wateya wê tuneye. Bi esas ew der wekî herem, xwedî wateyekê ye. Li wê derê dîrokek bi hezan salan heye. Bermahiyên Urartuyan hene. Ji wan re jî rêz nayê girtin. Her wiha bernameyên dêran hene ew jî hatine tunekirin. Li ser goristana Ermeniyan tuwalet çêkirin û pişt re jî li ser wê derê dibistan çêkirin. Bêrêziyek cidî heye. Li gundê Arshile Gorky hemû, şopên wî, malbata wî û gelê Ermenî hatine tunekirin. Ji van şopan tenê ew Kaniya Gorky maye. Helbet ev zihniyeta bêrêz wê tehemulê ji kaniyekê jî neke. Ev bi giştî li hemberî dîrokekî bêrêziye ke.”

Kaniya Gorky ya ku wêranbûye ji qedera xwe re hatiye terikandin - garo paylan 1 1
Garo Paylan

Paylan, destnîşan kir ku ew her tim bo bermahiyên çandî bêne parastin ji hikûmetê re bangawaziyan dike û “Ez van bangawaziyan her tim bilêv dikim. Lewra ev bermahî ger neyên parastin dê nava çend salan de winda bin û biçin. Heta niha derbarê van bangawaziyên min de tu bersiv nehatine dayîn. Ev zîhniyeta serdest dixwaze ku bermahiyên ji Ermeniyan mane tune bibin. Em dixwazin ev bermahî bêne parastin.”

Kaniya Gorky ya ku wêranbûye ji qedera xwe re hatiye terikandin - Arshile Gorky 2 750x999 1

Wênesaz Arshile Gorky kiye?

Wênesaz Arshile Gorky li gor hin çavkaniyan di sala 1902’an de, lê li gor xwîşka wî Vartuşê jî di 22’yê Nîsana 1904’an de kêleka gola Wanê, li Gundê Xorxum-Khorkom (Dîlkaya) ya navçeya Artemêtê (Edremît) ya Wanê ji dayîk bûye. Navê wî yê rast Manug Vosdanîg Adoyan e. Bavê wî yê bi navê Setrak Adoyan cotkarî dikir û ew malbatekî xizan bûn. Wê çaxê hêj Ermenî rastî ‘komkujiyê’ nehatibûn. Di sala 1908’an de Satrak ji ber xêzaniyê ji bo debara xwe baştir pêk bîne, koçî Amerîkayê dike. Piştî, koçberiyê Manug (Arshile Gorky), dayîka wî Şûşan û xwîşka wî Vartûş tenê li gundê Xorxumê dimînin. Piştî çend salan di 1910’an de malbat koçî navenda Wanê dike. Malbat li dû xwe mal û ev kaniya li cem malê dihê le. Piştî çend salan ev kanî li Wanê dibe mijara nîqaşê.

Kaniya Gorky ya ku wêranbûye ji qedera xwe re hatiye terikandin - Arshile Gorky 4 750x955 1
Arshile Gorky

Malbat wê çaxê bo ku ji Amerîkayê re bişînin wêneyekê dikişînin. Di wêneyê de Manug, diya wî Şûşan tevî i cilikên xwe yê nexşê gulan li ser xuya dibe. 3 sal piştî kişandina vê wêneyê yanî di 24’ê Nîsana 1915’an de, ji bo gelê Ermenî rojên êş û ezarê destpê dikin. Hinek kes vê rojê wekî destpêka “Komkujiya Ermeniyan” bi nav dikin. Hinek derdor jî vê rojê wekî “Qaşo komkujiya Ermeniyan” bi nav dikin. Mixabin piştî wê rojê êdî Wan, ne welatî Kurd û Ermenan ê hevpar e.

Kaniya Gorky ya ku wêranbûye ji qedera xwe re hatiye terikandin - Arshile Gorky 5 1

Piştî van rojên nexweş Manug (Gorky), Vartuş û Şûşan dibin koçber û tevî zor û zehmetiyan xwe digihînin Ermenîstanê. Ji vir jî di sala 1919’an malbat ji ber şert û mercên jiyanê yên giran diçe Amerîkayê.

Manug, li Amerîkayê di sala 1921’an de li Dibistana Çêkirin û Hunerên Bedew ya Bostonê qeyda xwe çêdike. Piştî wê demê Manug Vosdanig Adoyan navê xwe dike Arshile Gorky. Ew wê çaxê heyranê nivîskarê Rus Maksîm Gorky e û lewra paşnavê wî li xwe dike. Gorky, yek pêşengên şêwaya wênesaziyê ya razberiya derbiran e.  (Soyut dışavurumculuk) Ew hem li Amerîkayê û hemjî li tevahiyê cîhanê wekî wênesazekî navdar tê nasîn. Di wêneyên wî de hemû, reng, bêhn û hemû hêmanên welatê wî hene. Wî her tim di wêneyên xwe de xaça Dêra Axtamarayê, baxçeyên Wanê û dîmenên gundê Xorxumê xêz kirine.

Kaniya Gorky ya ku wêranbûye ji qedera xwe re hatiye terikandin - Arshile Gorky 3 750x1000 2

Wênesaz Arshile Gorky di 22’yê Tîrmeha 1948’an de li Amerîkayê hej di 44 saliya xwe de çavên xwe li jiyanê diniqe.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Kaniya Gorky ya ku wêranbûye ji qedera xwe re hatiye terikandin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *