Kedkarên tenduristiyê dev ji kar berdan

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Kedkarên tenduristiyê li gelek bajaran neçûn ser kar û bi daxuyaniyan daxwazên xwe rêz kirin.

Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) beriya hevdîtinên Peymana Kar a Komî (TÎS) li hin bajaran dev ji kar berda û daxuyanî da. Di çalakiyan de 13 daxwazên kedkaran hatin rêzkirin.

Di vê çarçoveyê de li Mêrdîn, Antalya û Îzmîrê kedkarên tenduristiyê neçûn kar û daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de kedkaran xwestin ku mûçeyên hemû kedkarên tenduristiyê û xizmetên civakî bi ser sînorê xizaniyê re bin û li gorî wesfa kar, xetere, rewşa perwerdeyê, sala xizmetê û hwd. heqdestê wan were zêdekirin. Her wiha hat xwestin ku qanûna sendîkayê bê derxistin, dema xizmeta fiîlî ya kedkarên tenduristiyê li ser 90 rojan bê hesibandin û li tevahiya kedkaran were belavkirin û salên berê jî di nav de bin.

Hin daxwazên din ên kedkaran ev in:

* Bila heqdestê nobet, îcab û saetên xebatê yên zêde 2 qet bên zêdekirin.

* Bila hemû kedkarên di qada tenduristiyê de bikevin ber “beşa xizmetên tenduristiyê.”

* Bila mafê tayînê bidin xebatkarên li nexweşxaneyên zanîngehan dixebitin.

* Ji bo bidawîkirina tundiya li ser xebatkarên tenduristiyê, bila ‘pergala tundiyê diafirîne’ biguhere û pergaleke tenduristiyê ya nû were avakirin. Ji bo vê jî divê mekanîzmayeke ku avadaniyên gel ên birêxistinkirî di nav de cih digirin bê avakirin.

* Bila hemû lêçûnên Navendên Tenduristiya Malbatê (ASM) ku xizmeta tenduristiya ya cemaweriyê lê tê dayîn, dewlet pêşwazî bike.

* Nexweşiyên girêdayî pîşeyê yên weke Covid-19 bila ji bo hemû xebatkarên tenduristiyê weke nexweşiya pîşeyî were hesibandin.

* Bila kedkarên tenduristiyê û xizmetên civakî yên hatine îxrackirin ku biryara darazê ya derheqê wan de teqez nebûye dîsa li karê xwe vegerin.

* Bila hemû kedkarên tenduristiyê bi awayekî wekhev sûdê ji maf û derfetên xebatkarên tenduristiyê yên di Wezareta Tenduristiyê de dixebitin bigirin.

* Di dema muayene û tedawiyê de divê tu lêçûneke pêvek neyê girtin. Bila xizmetên tenduristiyê bêpere bin. (MA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Kedkarên tenduristiyê dev ji kar berdan

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *