Kiliçdaroglu derbarê doza girtina HDP’ê de axivî

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Serokê Giştî yê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu li Meclîsê di komcivîna partîya xwe de derbare doza girtina HDP’ê de axivî. Kiliçdaroglu, beyî ku navê HDP’ê bilêv bike got ku girtina partîyên sîyasî kevneşopîya dewrên leşkerî ye.

Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu di meclîsê de tevli civina koma parlamenterên partiyê bû. Kiliçdaroglu, di civînê de li ser doza girtina Partiya Gelan a Demokratik (HDP) sekinî. Kiliçdargolu di axaftina xwe de beyî ku navê HDP’ê bilêv bike, got “Êdî di demokrasîyan de partî nayên girtin. Li gor me girtina partîyan û qutkirina alîkarîya xezîneyê ji wan ne rast e. Li Tirkîyê hêz dikeve destê kê dest bi gefxwarinê dike.”

Dadgeha Destûra Bingehîn, ku bi 15 endam e, piştî berevanîya devkî ya HDP’ê di biryara ser dozê bide.

Dadgeha Destûra Bingehîn, hesabên alîkariya xizîneyê yên HDP’ê bloke kiribû. Wê dadgeha navborî ji bo parastinê mehek wext daye HDP’ê. Dadgeha ku 15 endamên wê hene piştî wergirtina parastina HDP’ê dê rojên pêş, derbarê partiyê de biryara xwe eşkere bike.

Serşewirmendê Serokkomar, Mehmet Uçum dîyar kiribû ku li gor qanûnan çaverê ye ku HDP were girtin. (Dengê Amerîka)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Kiliçdaroglu derbarê doza girtina HDP’ê de axivî

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *