Komeleya KOSÎ li Parîsê hate avakirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Parîs a paytexta Fransayê wek berdewama Komeleya Sînemager û Televîzyongerên Kurd (KUSÎ-KURD), Komeleya Sînemagerên Kurd a Parîsê (KOSÎ) hate avakirin û dest bi xebatên xwe kir.

Komeleya Sînemager û Televîzyongerên Kurd (KUSÎ-KURD) ê ku di 14’ê Tîrmehê 2014’an de ji aliyê hejmarek ciwanên Kurd ên li Enqerê hatibû avakirin, piştî 2 salan ji aliyê dewletê ve hatibû girtin û cezayê pere lê hatibû birîn.

KUSÎ-KURD’ê xebatên ziman, çand û hunerî dikirin û panel, konferansên medya û sînemayê birevê dibirin. KUSÎ-KURD’ê her wiha kursên rojnamegeriya Kurdî jî didan.

Avakarên KUSÎ-KURD’ê, bi heman nav û logoyê roja Înê (duh) li paytext Parîs a Fransayê bi heman mebestê Komeleya Sînemagerên Kurd a Parîsê (KOSÎ) vekirin û dixwazin projeyên xwe yên nîvco mane temam bikin.

Yek ji damezrînerên Komeleya Sînemagerên Kurd a Parîsê (KOSÎ) Sîmon Suleymanî behsa armanca komeleyê kir û got, “Em dê bi awayekî saziman beşdarî çalakiyên sînemayê bibin, têkiliya sînemagerên Kurd û Fransî çê bikin û bi madî û manevî piştgiriya sînemager û fîlmên Kurdî bikin.”

Komeleya Sînemagerên Kurd a Parîsê (KOSÎ) bi 3 demezrîner û 7 beşdaran ve hat damezrandin. Bi navê endamên xebatê û endamên rûmetê du cure endaman digirin û bang li hemû sînemagerên Kurd ên li Parîsê dikin ku tevlî wan bibin.

Komeleya Sînemagerên Kurd a Parîsê (KOSÎ) her wiha li ser hesabê xwe yê Twitterê jî damezrandina xwe ragihand, “Me çend kesan 14 Tîrmeh 2014an li Enqerê KUSÎ-KURD vekiribû, mixabin piştî du salan bi destê dewleta Tirk hate girtin. Îro li Parîsê dîsa 14 Tîrmehê bi awayekî fermî me dewama xwe Komelaya Sînemagerên Kurd a Parîsê (KOSÎ) vekir. Me tenê mehêlin.” (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Komeleya KOSÎ li Parîsê hate avakirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *