Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Wanê: Bêrêziyek mezin e 

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Wanê bi daxuyaniyekê bertek nîşanê gotinên ‘nijadperest’ yên parêzer Melîs Yildiz da.

Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Wanê bi ser hesaba Twîtterê derbarê endama baroyê parêzer Melîs Yildiz de ku gotibû “Ew cihên ku ez li wir bim, kurdî bê axiftin ez gelekî aciz dibim” daxuyaniyek weşand.

Komîsyonê di daxuyanîyê de bibîrxist ku Parêzer Melis Yildiz di parvekirineke xwe li ser twitterê de gotiye “Ew cihên ku ez li wir bim, kurdî bê axiftin ez gelekî aciz dibim” û wiha domand,”Em vê twitê wekî bêrêzîyeke mezin li hember zimanê Kurdî dibînin û bi tundî şermezar dikin”. 

Di berdewamiya daxuyanîyê de wiha hate gotin, “Zimanê Kurdî bi salan e ku di bin zext û astengîyan de ye. Di roja îro de, di serdemeke wiha hestyar de ev pêngavên nejadperestî û rê û rêbazên nemirovane yên li dijî kurdî û kurdan bi tu awayan nayên qebûlkirin. Li dijî vê bêrûmetiyê bikaranîna zimanê Kurdî emê jîyana xwe de xurttir û geştir bikin. Em dê li dijî vê bêrêzîyê gilî bikin û gazinên xwe bînin ziman. Herwiha em dê bi hûrgilî pêvajoyê jî bişopînin.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Wanê: Bêrêziyek mezin e 

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *