Konsera Metîn-Kemal Kahraman jî hat qedexekirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Tirkîyê di nava hefteyekê de hejmarake konser û şanoyên bi zimanê Kurdî hatin qedexe kirin.

Hunermend Metîn û Kemal Kahraman bi daxuyanîyeke nivîskî ragihandin ku Walîtîya Mûşê derheqa konsera wan biryara xedexeyê daye, lê heta niha ji raya gişte re derbarê sedama qedexekirinê de tu daxuyanî nehatine dayîn.

Kemal Kahraman da zanîn ku wan jibo danasîna albûma xwe ya nû destbi gera hejmarek bajaran kiribûn,lê konsera wan ya Mûşê hat betal kirin.

Metîn-Kemal Kahraman di berdewamiyê de wiha got: “Me bi navê Sûmbûlteber albûmeke nû derxist. Me xwest li Mûş, Êlih, Amed, Mêrdîn, Ruha, Mêrsîn û Edene yê bi konsertan albûma xwe ya nû bidin nasîn. Lê Walîtîya Mûşê konsera me bê sedem qedexe kir. Em hin jî nizanin ku çîma konsera me hatiye qedexe kirin.”

Kahraman dibêje ku êdî qedexe û belatkirina konseran bûye tiştek ji rêzê jiber ku desthilatê pêvajoke nû daye destpê kirin ku temenê xwe dirêj bike û wiha pêde çû: “Desthilat jibo binketina xwe veşere û xwe bi hêz nîşan bide qedexe û astengîyan zêde dike. Herwiha dixwaze nîşanî bîragiştî bide ku ew bi hêsanî dest ji desthilatê bernade. Dibe ku ew bi vê yêkê dixwazin girjî derxin û hilbijartinê paşve bixin. Lê em hunermend û rewşenbîr dê hevgirtina xwe xurt bikin û li hember vê rewşê bisekinin.”

Hêjayî gotinê ye îro serokê Partîya Tevgera Nijadperest (MHP) Devlet Bahçelî, ku şîrîka desthilata AKP’ê ye, qedexekirina konseran parast û îdia kir ku ew li hember piştgirî dayîna terorîzmê ne.

Serhatnews

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Konsera Metîn-Kemal Kahraman jî hat qedexekirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *