Li Kerkûkê, Kurdî hatiye qedexekirin!

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li bajarê Kerkûkê, biryar hatiye girtin ku zimanê Kurdî li ser lîsans û ruxsetên ku ji bo xebitandina saziyên tendirûstiyê hatine derxistin bê qedexekirin. Li bajêr ev yêk di nava gel de bûye sedema nerazîbûnê.

Li gor nûçeya Rûdawê, Rêveberiya Giştî ya Tendirûstiya Kerkûkê destnîşan kiriye ku biryar ji aliyê Wezareta Tendirustiya Iraqê ve hatiye dayîn. Lê Wezaretê diyar kir ku ev biryar li ser daxwaza Midûriyeta Bajêr hatiye girtin.

Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Kerkûkê Nebîl Hemdî Buşnaq, derbarê mijarê de gotiye, “Tişta ku em dikin, li gorî rêziknameya Wezareta Tendirustiya Iraqê ye. Wezaretê diyar kir ku li hemû bajarên Iraqê divê belge tenê bi zimanê Erebî bin, eger nebe ew biryar ne rewa ye. Eger ji me were xwestin ku sibê zimanên din li belgeyan zêde bikin, em ê bikin.”

Parlamenterê Kerkûkê yê  Parlamentoya Iraqê Necwa Hemîd jî li ser vê yekê dibêje ku, ev biryar di meha Tîrmehê de hatibû standin, lê piştî zext û bertekan ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve hatibû betalkirin.

Di Destûra Bingehîn a Iraqê de zimanên fermî yên dewletê kurdî û erebî ne. Divê her du ziman di belgeyên hukûmetê de bêne bikar anîn.

Cîgirê Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, di 6’ê Îlonê de nameyek ji Wezareta Tendirustiya Iraqê re şand û tê de bi bîr xist ku di madeya 4’a ya Destûra Iraqê de zimanên Kurdî û Erebî zimanên fermî yên welat in û li Iraqê mafê perwerdehiya bi zimanên xwe yên zikmakî yên wekî Tirkmenî, Suryanî û Ermenî tê garantîkirin.

Di Kanûna sala borî de şaredariya Kerkûkê çend tabela li hinek deverên bajêr danîbûn, bi zimanên Erebî, Îngilîzî û Tirkmenî lê ne bi Kurdî. Li bajarê ku piraniya şêniyên wê Kurd in, piştî bertekên tund, di meha Tebaxa îsal de zimanê Kurdî jî li ser lewheyan zêde bû.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Kerkûkê, Kurdî hatiye qedexekirin!

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *