Li 6 bajaran operasyona ‘Newrozê’

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hate ragihandin ku li Amed, Mêrdîn, Rİha, Stenbol, Bidlîs û Êlih 6 bajaran bona desteserkirina 105 kesan operasyoneke berfireh hatiye lidarxistin û di çarçoveya operasyonê de li gor agahiyên destpêkê heta niha bi dehan kes hatine destesekirin.

Li gor agahiyên destpêkê, operasyon bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Amedê û bi hinceta ku di pîrozbahiyên Newrozê de “Dirûşmên ku dilsoziya xwe bi PKK’ê û rêberê wê Abdullah Ocalan re berz kirine, alên qedexekirî bilind kirine û li dijî polîsan li ber xwe dane” hatiye destpêkirin.

Hat diyarkirin ku operasyon li 6 bajaran hatiye lidarxistin û derbarê 105 kesan de biryara desteserkirinê heye.

Her wiha di serdagirtinên malan de heta niha bi dehan kes hatine desteserkirin û hat destnîşankirin ku di nava kesên desteserkirî de Xwediyê Îmtiyaza Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen jî heye.

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li 6 bajaran operasyona ‘Newrozê’

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *