Li Agiriyê îşkenceyeke demdirêj: Bar hê jî bi hespan tê veguhestin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Agiriyê piranî bo barkêşiyê erebeyên hespan têne bikaranîn. Ev erebe li her derê bajar xuyane. Xwediyê van erebeyan dibêjin ku hesp di dema barkişandinê de gelek aciz dibin, lê diyar dikin ku ew ji neçarî vî karî dikin. Xwediyê erebeyên hespan destnîşan dikin ku şaredariyê biboneya ku hespan ji vê îşkenceyê xelas bikin, bi wan re civînek pêk aniyê lê heta niha di vî warî de tu gav nehatine avêtin.

Agirî, di warê aboriyê gelek paşve maye û ji wan bajaran e ku herî zêde welatî jê koç dikin e. Li bajêr ku hejmara bêkaran gelek zêde ye, bo barkêşiyê jî hê hesp tên bikaranîn. Barkêşiya bi erebeya hespan li Tirkiye û cîhanê xwedî dirokek pir kevn e. Xwediyê erebeyan ji ber ku pereyê wan tuneye ji xwe re erebeyên nakliyê bistînin û welatiyên ku dixwazin barê xwe bar bikin jî bona ku erzane, erebeya hespan tercîh dikin. Ev rewş ji bo hespên ku her roj nêzîkê 2 ton bar hildigirin jî vegeriyaye îşkenceyê. Di kelegerma havînê û sarmaya zivistanê ya -20 pîleyan de hesp di bin barê giran de an bêhemd dikevin an jî nikarin xwe li ber bigirin û dimirin. Wisa ye ku êdî li bajêr temenê hespan pir kin bûye.

Ev îşkenceya ku li hespan tê kirin, li Tirkiyeyê pir caran dibe sedema nîqaşan. Herî dawi, di 18 Kanûna 2019’an de li Buyukadaya Stenbolê 81 hesp hatinbûn kuştin û piştre jî qeymeqamtiyê bi hinceta ‘Şewba Rûamê’ li giravê seferên faytonê qedexe kiribû. Li giravan seferên faytonê hej jî qedexe ne. Ev rewşa hespan ya li Agirîyê jî mixabin qet nayê rojeva rêveber û niştecihên bajêr. Barkêşên ku em pêre axivîn, diyar dikin ku Şaredarê Agiriyê Savci Sayan piştî ku hate hilbijartin bi wan re civînek lidarxistiye û gotiye ku ew dixwaze barkêjiya bi hespan tê kirin ji bajêr rake. Welatî, destnîşan dikin ku mixabin piştî civînê di vî warî de tu tişt nehatiye kirin.

Esnaf û barkêşên li bajêr diyar dikin ku ji ber neçariyê erebeyên hespan têne bikaranîn. Ji ber vê çendê jî wisa xuya dike ku qedexekirina barkêşiya bi erebeyên hespan li bajêr ket nayê rojeve.

‘Ev kevneşopî tenê li Agiriyê heye’

Ciwanê bi navê Yilmaz Meral ku lîse qedandiye, ji sala 2012’an vir ve vî karî dike. Ew dibêje ku bo kar serî li gelek cihan deye, lê tu encam bi destnexistiye û wiha dirêjî dide gotinên xwe: “

Li Agiriyê îşkenceyeke demdirêj: Bar hê jî bi hespan tê veguhestin - Li Agiriye iskenceyeke demdirej Bar he ji bi hespan te veguhestin 3

 ‘’Ev kevneşopî tenê li Agiriyê maye. Lewra li vir kar tuneye. Şaredar bi me re civîn lidar xist. Gotin em van erebayan ji vir rakin. Me hemûyan jî qebûl kir. Ji me re gotin ku ew ê erebeyên çar teker bidin me. Pereyê ku mehane ji me dihate xwestin jî me qebûl kir. Lê tu tişt nehate kirin. Savci Sayan jî nekir, şaredarên beriya wî jî.”

Meral, dibêje ku heywan gelek êş dikişînin. Ew diparêze ku tu kes ji bo vê deng dernaxe û wiha domand: “Ka herin rojava, bar li van heywanan bar bikin. Hênê bibînin ka yên li wê derê, vê yekê qebûl dikin an na?”

“Bi navengî ton an jî ton nîv bar, li wan tê barkirin. Di zivistanê de em hewl didin ji tonekê zêdetir bar nekin. Heywan gelek aciz dibin. Em jî ji ber vê yekê gilîker in. Heta êvar ew (Hesp) dibin îşkenceyê de ne. Divê ev yêk bê dîtin. Em di kijan demê de jiyan dikin? Bila mêze derva, welatên Ewropayê bikin, ev pêkanîn li ku derê maye? Ma ne heyf e? Bê hemd dikeve. Em her tim ceh didinê. Torbeya wê bûye 350 TL. Maliyeta wê jî gelek zêde bûye. Hewla me heye, em kamyonetekê bistîtin, lê belê em nikarin. Nizanim em ê çi bikin. Milet çavê xwe lê diniqe. Tu kes deng dernaxe. Tu kes nabêje barkêşî (a bi hespan tê kirin) bila bê qedexekirin”

Li Agiriyê îşkenceyeke demdirêj: Bar hê jî bi hespan tê veguhestin - Li Agiriye iskenceyeke demdirej Bar he ji bi hespan te veguhestin

Barkêş Demîr: Şaredariyê soz da lê pişt re bêdeng bû

Welatiyê bi navê Nîmet Demîr jî dibêje ev zêdetirê 30 sale ew vî karî dike û dide bibîrxistin ku ji ber rewşa aboriya nebaş û bêkariyê bi neçarî ev kar tê kirin. Demîr amaje bi yekê dike ku barkêşiya bi hespan tenê li Agiriyê maye û wiha domand: “Niha tenê li vir maye. Em çi bikin, tu çareyek din a me nemaye? Dewlet karekê na de me ku em bê debara xwe bikin. Em neçar mane. Çavê me tenê li Xweda û van hespan maye. Ew jî, em jî ezabek pir mezin dikişînin. Heta 2 tonan bar dikêşe. Beriya niha sefera wê 10 TL bû. Baş xerab me îdare dikir. Lê niha em seferê 100 TL yan dikin. Lê nikarin bi wî pereyî tiştek bistînin.”

Li Agiriyê îşkenceyeke demdirêj: Bar hê jî bi hespan tê veguhestin - Li Agiriye iskenceyeke demdirej Bar he ji bi hespan te veguhestin 2

Demîr, bi gotina “Milet ji me re dibêje van heywanan êdî aciz nekin. Kareke din bikin. Lê tu kareke din tuneye em bikin” berdewamî da axaftina xwe û lê zêde dike ku beriya niha şaredariyê soza erebeya nakliyê daye wan, lê mixabin pişt re jî tiştek nehatiye kirin.

 ‘Behsa mafê heywanan dikin, ka li ku ne?’

Dikandar Nîhat Adiguzel li bajêr yêm û ar difiroşe. Wî got ku li bajêr ev bi salane welatiyên ku ji wî ar an jî yêm distînin, bi erebeya hespan barê xwe dibin. Li gor Adiguzel, di vî warî de faktora herî diyarker, zêdebûna maliyetan e. Ew dibêje ku heyfa heywanan e û dixwaze ku ji kesên vî karî dikin re piştgirî bê dayin û ev pêkanîn ji holê bê rakirin

Li Agiriyê îşkenceyeke demdirêj: Bar hê jî bi hespan tê veguhestin - Li Agiriye iskenceyeke demdirej Bar he ji bi hespan te veguhestin 4

“Di destê mirovan de îmkana kar tuneye. Ji ber wê jî neçar e ku bi erebaya hespan bar bikişîne. Zarokên wî hene, xwendekarên wî hene. Heta êva 50-60 TL pere qezenc dikin. Ew dê vî pereyî bide ku ne de ku? Divê ji van erebayên hespan re çareyek were dîtin. Hem ew dixebite, hem jî hespê wî. Pereyê ku digihije destê wî ji yêmê hesp re diçe. Tesîra maliyetên ku zêde bûne jî li ser vê yekê heye. Em mirove, rojê 70 TL distîne. Xwediyê kamyonê 500 TL.  Ji ber wê jî li şûna kamyonê, ba vî mirovî dikin. Heyfa hespan e. Dibêjin mafê heywanan. Dîbêjin em Tirkiye ne, mafê heywanan diparêzin. Ka li ku ne? Dê karekî bidin vî zilamî û vî heywanî jî ji vê jiyanê rizgar bikin.  Yanî heyfa van heywanan e.”

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Agiriyê îşkenceyeke demdirêj: Bar hê jî bi hespan tê veguhestin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *