Li Amedê 10 endamên HDP’ê hatin girtin

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Amedê 10 endamên HDP’ê ku di nav de endamên meclisa partiyê û yên meclîsa ciwanan jî heyî, hatin girtin.

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê ji 13 kesên ku bi îfadeya şahidê vekirî Kezîban Kûdayê bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibûn desteserkirin, 10 jê hatin girtin. Endamên Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Halîde Turkoglû, Çekdar Bûdak, endama Desteya Rêvebir a Navendî Sevîm Akdag û Zelîha Kocaman, rêvebira Komeleya Jin, Çand, Huner û Wêjeyê (KASED) Emîne Aksoy û endamên Meclîsa Ciwanan Betul Unsal, Metîn Yilmaz, Berîtan Yaşar, Hamza Agirman, Esengul Kiliç, Nûrûllah Ozgun, Rûbar Armagan û Mûstafa Kûrt piştî muameleyên li Miduriyeta Ewlekariya Amedê derxistin pêşberî dadger.

Dadgeriya Sulh Cezaya Nobedar, derbarê Turkoglû, Bûdak, Akdag, Kocaman, Unsal, Yilmaz, Yaşar, Agirman, Kiliç û Kûrt de bi tohmeta “Endamtiya rêxistinê” biryara girtinê da. Ozgun û Armagan jî bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan.

Her wiha Emîne Aksoy jî piştî îfadeya li dozgeriyê hat berdan.

Serhatnews

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Amedê 10 endamên HDP’ê hatin girtin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *