Li Amerîkayê di encama êrîşa çekdarî de 6 kes hatin kuştin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li bajarê Arkabutla ya bi ser eyaleta Mississippi  ya Amerîkayê, di encama êrîşeke çekdarî de 6 kesan jiyana xwe ji dest da.

Rayedarên ewlehiyê yên bajarê Arkabutla li ser hesaba Facebookê daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de hatiye gotin, li sê cihên cuda yên bajêr bi çekan êrîş hatine kirin û di encamê de 6 welatiyan jiyana xwe ji dest dane.

Derbarê bûyerê de polîsê bajarê Arkabutla ragihandiye, tometbar parka otomobîlan a firoşgehekê daye ber guleyan û piştre bi otomobîla xwe çûye maleke nêzîkî cihê hevjîna xwe ya berê û ew kuştiye.

Piştre polîsan du termên din di malekê de dîtine, ku di wê baweriyê de ne, ew her du term, ji malbata tometbar in. (K24)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Amerîkayê di encama êrîşa çekdarî de 6 kes hatin kuştin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *