Li Amerîkayê ji ber bahozê 6 kesî jiyana xwe ji dest daye

featured
WÊNE BÎANET
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Eyaleta Alabama ya Amerîkayê ji ber bahozê 6 welatiyan jiyana xwe ji dest daye.  

Waliyê eyaleta Alabamayê Kay Ivey li ser hesaba xwe ya medya civakî derbarê mijarê de daxuyaniyek da. Kay Ivey got, “Ez bi xemgînî hîn bûm ku 6 kesên Alabamayî di bahoza ku eyaleta me wêran kiriye de mirine.”

Walî Ivey her wiha ragihandiye ku li hin herêmên ku herî zêde ba û bahoz lê bibandor bûye rewşa awarte ragihandine.

Li Georgia, Mississippi û Alabamayê ji ber barana zêde û bahozan zirar û ziyan li gelek xaniyan ketiye û bi deh hezaran kes bê ceyran mane.

Rayedaran diyar kiribûn tevî 2 kesên din yên ku li Calîforniyayê  ji ber lehî, ba, bahoz, şimitîna axê û birûskê mirine hejmara miriyan derketiye 17an. (Bîanet Kurdî)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Amerîkayê ji ber bahozê 6 kesî jiyana xwe ji dest daye

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *