Li Erzînganê ji ber bahozê banê xaniyan firiyan

featured
Rûdaw
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Erzînganê, ji ber bahozê banê hejmarek zêde xaniyan firiyan.

Li Erzînganê bahoz çêbû û di encamê de banê gelek xaniyan firiyan. Ji ber banên ku firiyan li hinek herêman çûn û hatina trafîkê hat rawestandin. Herwiha mînareya mizgeftekê hilweşiya û banê Dibistana Navîn a Erzînganê jî firiya û bi ser otombîlekê de ket.

Saziya Meteorolojiyê ragihand ku li bajarên Bêdlîs, Şirnex, Colemêrg, Dîlok, Kilîs û Semsûrê baraneke zêde dibare. Herwiha bo îhtîmala rabûna lehiyê, lêdana birûskan, barîna teyrokê, ba û bahozê jî hişyarî hatiye dayîn. Metrolojî bang li welatiyan dike ku tedbîrên xwe werbigrin.

Hate ragihandin ku li hin bajaran jî îhimala tozbaranê heye. (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Erzînganê ji ber bahozê banê xaniyan firiyan

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *