Li hin deverên Şirnexê bo 15 rojan qedexe hate ragihandin

featured
Bajarê Şirnexê
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Şirnexê 11 herêm di bin navê “Herêma taybet a ewlehiyê” de bo 15 rojan ji çûnûhatina welatiyan re hate qedexekirin. Piraniya wan deveran jî ew dever in ku sewalkarên Şirnexê sewalên xwe lê diçêrînin.

Li gor daxuyaniya ku ku duh ji aliyê aliyê Walîtiya Şirnexê ve hatiye belavkirin, li 11 dever û çiyayên bajarê Şirnexê û navçeyên wê yên Cizîr, Silopî, Basa, Qileban û Bêşebabê qedexe hatiye ragihandin.

Li gor biryarê, li wan deveran ji 15’ê Nîsanê heta 30’ê Nîsanê salê, di bin navê “Herêma taybet a ewlehiyê” de bo 15 rojan qedexe hatiye ragihandin û tê gotin ku nabe ku di wê demê de welatî ne bi roj û ne jî bi şev biçin van deveran.

Çiya û navçeyên ku li gor biryara walîtiyê hatine qedexekirin ev in, “Çiyayê Cudî, Devera Besta, Çiyayê Gur, Kureşîn, Kela Memê, Feraşîn, Zêrîne, Newala Sar, Çiyayê Încebel, Devera Oymakkaya û Devera Tenînê.”

Hêjayî gotinê ye ku ev deverên ku hatine qedexekirin, hemû ew cihin ku welatî 4 demsalan jî pezê xwe lê diçerînin. (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li hin deverên Şirnexê bo 15 rojan qedexe hate ragihandin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *