Lî Îranê çalakiyên nerazîbûna li hemberî kuştina Jîna Emînî berdew in

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Piştî kuştina jina Kurd Jîna Emînî, li Îranê çalakiyên nerazîbûna bê navber didomin. Hat ragihandin ku di nava 4 rojên dawî de zêdetirê 7 kes di van çalakiyan de hatine qetilkirin û nêzî 450 welatî jî birîndar bûne. Her wiha tê gotin 250 welatiyên Kurd jî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine revandin.

Li gor agahiyên ji Rêxistina Mafên Mirovan a Hengaw ya Îranê hatine wergirtin, ji 19’ê Îlonê vir ve di çalakiyan de herî kêm 3 welatî ji aliyê hêzên rejîma Komara Îslamî ya Îranê ve hatine qetilkirin. Dîsa li gor, rêxistinê, di van çalakiyan de 221 welatî birîndar bûne, zêdetirî 250 Kurd revandin û her wiha nêzî 500 welatî jî hatine desteserkirin.

Her wiha, Hengawê ragihandiye ku, çalakiyên di 19’ê Îlonê de li bajarên Kurdan destpê kiribûn niha li 24 bajarên din belav bûye û 13 bajarên din jî çalakiyên nerazîbûnê hatine destpêkirin.  

Bajarên ku çalakî lê tên darxistin evin: Îlam, Abdanan, Malekshahi, Kirmanşah, Ravansar, Javanrud, Paveh, Kamiyaran, Senendej, Dehgolan, Qorveh, Merivan, Seqiz, Baneh, Divandare, Bijar, Piranşar, Serdeşt, Mahabad, Bukan, Tekab, Ûrmiye, Oshnavyeh û Quturê.

Hatiye zanîn ku welatiyê bi navê Mohsen Mohammadî li bajarê Dîvandareyê, Reza Lotfî yê 25 salî li Dehgolanê û Fereydoun Mahmoudî jî di çalakiyên li bajarê Seqizê de hatiye qetilkirin. 

Serhat News

Jêder:Bîanet Kurdî

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Lî Îranê çalakiyên nerazîbûna li hemberî kuştina Jîna Emînî berdew in

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *