Li Sêrtê hemû cure çalakî hatine qedexekirin

featured
Avahiya Walîtiya Sêrtê
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Walîtiya Sêrtê ragihandiye ku li bajêr hemû cure çalakiyên wekî meş, xwepêşendan û berhevkirina îmzeyan bo 15 rojan hatiye qedexekirin.

Biryara qedexeyê îro 13’ê Tîrmehê, destpê dike û dê heta 27 Tîrmehê saet 23.59’an berdewam bike. Çalakiyên ku walîtî û qaymeqamiyan destûr dane, wê ne qedexe bin.

Walîtiyê li ser malpera xwe ya fermî ev biryar weşandiye û wiha dîyar kiriye: “Ji bo ewlehiya netewî, rêk û pakiya  civakê, pêşî li sûcan bigirin, maf û azadiyên kesên din biparêzin, tenduristiya giştî biparêzin û nehêlin provokasyonên ihtimal û bûyerên civakî pêk werin.”

Ji bilî van, her cure civîn, meşên xwenîşandanê, miting, civînên li qadên vekirî, çalakiyên protestoyî, çalakiyên rûniştinê, grevên birçîbûnê, vekirina standan, kampanyayên îmzeyan, konser, şahî, belavkirina belavokan, belavkirina broşuran, vekirina afîş û posteran û yên din hatine qedexekirin.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Sêrtê hemû cure çalakî hatine qedexekirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *