Li Silêmaniyê metirsiya nexweşiya kolarayê: 10 kes bi nexweşiyê ketine

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Silêmaniyê aşkere kir, li Silêmaniyê 10 kes bi nexweşiya kolerayê ketine.

Cîgirê Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Silêmaniyê Dr. Hêriş Seyid Selîm diyar kir; “Piştî zêdebûna haletên zikçûn û vereşînê, me testa nexweşan kir û ji bo piştrastkirinê şandin Bexdayê û derket holê ku 10 kes bi nexweşiya kolerayê ketine.”

Dr. Hêriş her wiha gotiye, “Em piştrast in ku hin nexweşên ku di bin çavdêriya de ne û tûşî zikçûn û vereşînê bûne, bi nexweşiya kolerayê ketine.”

Dr. Hêriş di berdewamiye de got ku wan tedbirên pêwîst wergirtine û wiha axivî: “Bi zêdebûna nexweşiyên zikçûn û vereşînê re, me pêşbînî kir ku kolera belav bibe û halet zêde bibin, me dermanên pêwîst ji bo dermankirina kolerayê li nexweşxaneyan dabîn kir.”

Wî di dawiya axaftina xwe de daye zanîn ku wan a agahî daye Rexistina Tenduristiya Cîhanê û hin saziyên din ên peywendîdar û wiha pêde çû: “Me ji Wezareta Tenduristiyê û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê xwest ku testan zêde bikin û di kontrolkirina çavkaniyên avê de hevkariyê bikin. Ji bo kontrolkirina kolerayê pêwîstiya me bi alîkariya madî û lojîstîkî heye. Divê hemû sektor bi me re hevkariyê bikin.” (K24)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Silêmaniyê metirsiya nexweşiya kolarayê: 10 kes bi nexweşiyê ketine

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *