Li Şingalê goreke komî hate testpîtkirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li bajarê Şingalê ku DAIŞ’ê li hemberî Kurdên Êzidî qetliyam pêkanîbû, goreke din a komî hate destpîtkirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê ragihandiye ku li Şingalê goreke din ya bi komî hatiye dîtin. Wezaretê di daxuyaniyê de gotiye ku di gorê de Êzidiyên ji aliyê terorîstên DAIŞ’ê ve hatine qetilkirin, hatine definkirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê hêj hejmara kuştiyên di gora komî de hatine definkirin, nehatiye diyarkirin.

Weke tê zanîn di Tebaxa 2014’an de terorîstên DAIŞ’ê êrîş bi ser Şingalê kirin û gelek welatiyên Êzidî qetil kirin û geleke din jî revandin.

Hêjayî gotinê ku hê jî çareniûsa nêzî 3 hezar Kurdên Êzidî ku hatine revandin, nediyare. (Kurdistan TV)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Şingalê goreke komî hate testpîtkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *