Di encama êrîşekî de li Amerîkayê 6 kes hatin kuştin

featured
Reuters
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Eyaleda Tennesseeyê di encama êrîşeke çekdarî ya li hemberî dibistanekî de 3 jê zarok 6 kes hatin kuştin.

Li bajarê Nashville yê Amerîkayê li hemberî dibistanekî Xirîstiyanan bi çekan êrişek hate pêkanîn. Di encama êrîşê de 3 jê zarok û 3 peywirdarên dibistanê, giştî 6 kes hatin kuştin.

Li gor nûçeya Şarkul Avsatê, êrîşkarek serê sibê ketiye nava dibistana ku 200 xwendekar  lê dixwînin û 3 jê zarok û 3 jî peywirdarên dibistanê 6 welatî hatine kuştin.

Polîsê Metro Nashville bi ser hesaba Twîtterê ragihand ku êrîşkarê ku di destê wî de du çekên lûle dirêj û demanceyek hebû, li cihê bûyerê hatiye kuştin.

Radeyadarên polîsan didin zanîn ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpê kirin.

Di vê navberê de Serokê Amerîkayê Joe Biden têkildarî bûyerê daxuyaniyek belav kiriye û dibêje wî ferman daye ku bo şîngirtinê li tevahiya welat û nûnertiyên fermî yên derveyî welat, heta êvara 31’ê Adarê alan daxin niviyê.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Di encama êrîşekî de li Amerîkayê 6 kes hatin kuştin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *