Li Şirnexê 3 kes hatin desteserkirin

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Di encama operasyonekê de, li navçeya Cizîr ya Şirnexê 3 kes hatin deseteserkirin.

Ajansa Metopotamyaye ragihandiye ku, tîmên polîsan yên girêdayî Midûriyeta Ewlekariya Cizîrê, li navçeya Cizîr ya Şirnexê operasyonek lidar xistine.

Di çarçoveya operasyonê de polîsan vê sibê li taxên Sûr û Cûdî yên Cizîrê bi ser gelek malan de girtin.

Hate hînbûn ku, di serdegirtinên malan de welatiyên bi navên Emrûllah Abay, Zekî Onen û Fatîh Yaşar hatin desteserkirin. Kesên desteserkirî bo lêpirsîne ji Midûriyeta Emniyetê ya Cizîrê re hatine veguhestin.

Sedema desteserkirina van welatiyan nehate zanîn.

 Hat diyarkirin ku, di destê polîsan de lîsteyek heye û dibe ku hejmara desteserkirinan zêde bibe.  

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Şirnexê 3 kes hatin desteserkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *