Li Wanê 49 penaber hatin desteserkirin

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Wanê 49 penaber di encama operasyonê de hatin desteserkirin. Her wiha 3 kes jî bi hinceta “Qaçaxçîtiya penaberan’ hatin girtin.

Walîtiya Wanê ku derbarê bûyerê de daxuyaniyek weşandi, diyar kir ku tîmên girêdayî Fermandariya Cendermeyan a Bajêr di çarçoveya têkoşîna rûbirûbûna koçberan de operasyonek pêk aniye.

Di çarçoveya van operasyonan de li navçeya Serayê di minîbûsekê de 49 koçber hatin desteserkirin.

Sê organîzator hatin girtin

Herwiha bi hinceta “Qaçaxçîtiya penaberan û veguhestina wan” 3 kes ji aliyê dadgehê ve hatin girtin û ew şandin girtîgehê.

Walîtiyê di dawiya daxuyaniyê de da zanîn ku penaberên hatine desteserkirin jî ji Îdareya Koçberî ya Bajêr re hatine veguhestin.

Serhat News

(lg)

Jêder: Rûdaw

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Wanê 49 penaber hatin desteserkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *