Li Wanê di bazara Kafiroşan de 500 ton ka şewitî ye

featured
MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Wanê ji ber şewata ku duh di Bazara Kafiroşan de derketibû zirareke mezin derket holê. Dikandarên bazarê diyar dikin ku di şewatê de 500 ton ka wan şewitiyê.

Duh bi şev agir bi Bazara Ka û Êm ya Wanê ya li navçeya Rêya Armûşê ket. Agirê ku ji ber xeta ceyranê derketiye holê, heta serê sibehê dewam kir û paşê hat vemirandin. Serê sibehê xesara ku qewimî ye bi awayek eşkere hat dîtin. Di şewatê de 7 dikan û kamyonetek şewitî. Piştî şewatê rayedaran dest bi tespîta xesarê kirin.

50 Milyon TL zirar çêbûye

Dikandarên Kooperatîfa Bazara Kafiroşan diyar kirin ku li bazarê 500 ton ka şewitî ye û 50 milyon lîre xesara wan çêbûye. Dikandaran dan zanîn ku 7 dikan şewitîne û heta ku tîmên agirkujiyê hatine cihê bûyerê, agir gur bûye û xesar zêde bûye. Dikandaran anî ziman ku heke zû mudaxale bihata kirin dê xesar ewqas nebûya û bang li rayedaran kirin ku xesara dikandaran tespît bikin û heqê vê xesarê bidin. (MA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Wanê di bazara Kafiroşan de 500 ton ka şewitî ye

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *