Li Wanê jinan bo mexdûrên erdhejê nan pahtin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Jinan li Wanê bo mexdûrên erdhejê ku li navçeya Bazarcixa Mereşê rû dabû û li 10 bajar bûbû sedema wêranbûnê nan pahtin. Jinên ku serê sibê hevîr çêkirin gotin, “Îro bo jinan westîn tuneye roj, roja ked dayînê ye.”

Li Mereşê di 6’ê Sibatê de du erdhejên bi pîle 7,7 û 7,6 rûdan û tevî Mereşê li 10 bajaran wêranbûnek mezin li dû xwe hişt. Li seranserî Tirkiyeyê bo mexdûrên erdhejê gel ketiye nava seferberiya alîkariyê. Li taxa Xaçortê, (Hacibekîr) ya bi ser navçeya Artemêta ya Wanê jinan serê sibê hevîr çêkirin û tenûrên xwe pêxistin. Piştre jinan dest avêtin pahtina nan û bo mexdûrên erdhejê nan pehtin. Nanê ku hatiye amadekirin wê bi pêşengiya Rêxistina Partiya Demokratik a Gelan (HDP) ji herêmên erdhejê re bê şandin.

‘Niha dem dema piştevaniyê ye’

Nanpêja bi navê Delîla Aslan, got ku bi şirîkatî ar/arvan kerîne û wiha pêde çû: “Divê em di nava piştevaniyê de bin. Bila deshilat nebêje Kurd kedê nadin, tiştekî nakin. Em bi keda xwe bo mexdûrên erdhejê kar dikin. Niha li gelek taxan nan tê pahtin. Sedama erdhejê ev pergal e. Erdogan dibêje, ‘Erdhej karê Xwedê ye’. Dibe ku erdhej karê xwedê be, lê ev karesat karê te ye.”

Li Wanê jinan bo mexdûrên erdhejê nan pahtin - van kadinlar ekmek 1 768x432 1

Abî, nêzîkatiya Waliyê Semsûrê Mahmut Çuhadar ya li hemberî xizmê mexdûrên erdhejê jî bibîr xist û diyar kir, “Morala me gelek xerab e.Erdhej qet ji bîra me naçe. Em dûrin, loma tiştek ji destê me nayê. Ji dûr ve be jî encax em dikarin hinek alîkarî bidin. Divê hemû kes alîkariya mexdûran bike. Niha dem dema piştevaniyê ye. Ez hêvî dikim mirovên me muxtacî vê desthilatê nebin. Dema em di televizyonê de (Erdhejê) dibînin kezaba me dişewite.”

Li Wanê jinan bo mexdûrên erdhejê nan pahtin - Delila Abi 768x405 1

Derbarê nan pahtinê de jî Abî ev tişt gotin, “Em wekî dayîk, îro bo mexdûran nan dipêjin. Îro ba me westîn tuneye. Sê meh be jî em ê sê mehan nan çêkin. Ti ferq nîne. Ha hatiye serê wan, ha hatiye serê me.”

Li Wanê jinan bo mexdûrên erdhejê nan pahtin - van kadinlar ekmek 2 768x432 1

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Wanê jinan bo mexdûrên erdhejê nan pahtin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *