Operasyona medya civakî: 9 kes hatin girtin

featured
ARŞİV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Ji 31 kesên ku ji ber parvekirinên li ser medya civakî hatibûn desteserkirin 9 kes hatin girtin.

Midûriyeta Ewlekariyê ya Giştî (EGM) ragihandiye ku ji ber parvekirinên têkildarî erdhejê yên li ser platformên medyaya civakî hesabên 274 bikarhêneran hatine tespîtkirin. EGM’ê destnîşan kiriye ku ji ber parvekirinan 31 kes hatine desteserkirin û ji wan 9 kes hatine girtin.

EGM’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşandiye. Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku bi îddaya li ser platformên medyaya civakî “ji ber ku tirs û xof li ser welatiyan çêkirine û parvekirinên provokatîf kirine” hesabên 274 bikarhênerên medyaya civakî hatine tespîtkirin û ji bo yekineyên pêwendîdar hatine şandin.

Herî dawî di daxuyaniyê de hatiye gotin, “Li gorî teblîgatên ku li Serdozgeriyên Komarî hatine girtin 31 kes hatine desteserkirin û ji wan 9 kes hatine girtin. Derbarê bikarhênerên din de kar û barên yasayî didomin.” (Bîanet Kurdî)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Operasyona medya civakî: 9 kes hatin girtin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *