Lîstîkwanên şanoyê: Zimanê xwe xwedî derkevin û lîstîkên xwe tenê ne hêlin!

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Wanê, Mîhrîcana Şanoyê ya 3’yemîn ku ji aliyê ŞanoWanê ve tê lidarxistin,berdewam dike. Lîstîkwanên şanoyê ji ber eleqeya bo mîhrîcanê kêyfxweşiya xwe anîn ziman û wiha bang kirin: ” Zimanê xwe xwedî derkevin û lîstîkên xwe tenê ne hêlin!”

Mîhrîcana 3’yemîn ya Şanoyê ku, ji aliyê ŞanoWanê ve bi dirûşmeya “Ew roj wê hilê, ew bihar wê bê” tê lidarxistin, wê heta 30’ê îlonê berdewam bike. Şevêdin, di mihrîcana ku li salona ŞanoWanê ya li Perîhan AVM’ê tê lidarxistin, koma Hinek Henekê derket ser dikê. Bo temaşekirina skeçên Hinek Henekê ji Agirî, Colemêrg û gelek bajar û navçeyên derdorê welatî hatin Wanê.  

‘Kelecanek wisa min ne dîtibû’

Lîstîkwanê ‘Hinek Henek’ê Denîz Ozer bi navê ‘Deno’ tê nasîn piştî bernameyê nêrînên xwe bi re parve kir. Ozer, got ku ji ber hatiye Wanê gelek kefxweşe û wiha got, “Navê ŞanoWanê ji ser xêrê be. Tevlîbûna gêlê Wanê jî kelecanek hebû û ba me jî kelecanek hebû. Temaşevanek wisa bi coş min hêj ne dîtibû. Me hej henek ne dikirin gel dikenîya. Ji ber wê yekê keyfame gelek ji wan re hat. Hevalên me û gelême em tenê ne hiştin. Xwedî li zimanê xwe derdikevin mala wan ava.”

Lîstîkwanên şanoyê: Zimanê xwe xwedî derkevin û lîstîkên xwe tenê ne hêlin! - Deniz Ozer
Denîz Ozer

‘Zimanê xwe xûdî derkevin’

Lîstîkwanê şanoyê Erdal Kaya ku ji Êlihê hatiye, dibêje ku ŞanoWan Mîhrîcanek gelek xweş çêkirîye û wiha axivî: “Serî heya naha çend lîsîk derkeftine sahneyê û di listîkan de ji tevlîbûna temaşevanan gelek pir bû. İşêv jî listika ‘Hinek Henek’ heye Mîhrîcan berdewame. Coşeke mezin berdewame. Ji ber wê yekêjî em gelek keyfxweşin. Şanoya Kurdî pêş dikeve û karên gelek serkeftî derdikevin. Em dixwazin ev berdewam bike û temaşevan hay zimanê Kurdî hebin. Zimanê xwe xwedî derkevin û lîstîkên xwe tenê ne hêlin.”

Lîstîkwanên şanoyê: Zimanê xwe xwedî derkevin û lîstîkên xwe tenê ne hêlin! - Erdal Kaya
Erdal Kaya

Lîstîkwanê ŞanoWanê Ferhat Aslan jî ku ev demekî dirêje di koma ‘Hinek henek’ da jih digire behsa guhertina navê Tiyatro Mencelê ku bûye ŞanoWan kir.  Aslan wiha got, “Peşîyê navê wê Mencel bû. Pêdivî bi guhertina navê wê hebû. Ji ber ku ŞanoWan hem tê wateya şanoyê, wek din jî navê Wanê jî di nava xwe de dihewîne. Ji ber vê yekê me navê wê kir ŞanoWan.”

Lîstîkwanên şanoyê: Zimanê xwe xwedî derkevin û lîstîkên xwe tenê ne hêlin! - WhatsApp Image 2022 09 28 at 12.39.25

Aslan her wiha destnîşan kir ku beriya niha jî wan du caran mihrîcanên vî rengî lidar xistine û wiha domand: “Ev ne yekeme Mîhrîcane Wanê berîya wêjî me du mîhrîcan çêkiri bûn. Ji ber rewşa pandemîyê mixabin me navber dayê. Me tadîlata salonê kir. Hem salon berfireh bû, hem jî hêsan bû ku em lîstîken xwe vê salonê da bileyzin me biryar da Mihrîcan a sîyemîn em bêk bînin.”

Lîstîkwanên şanoyê: Zimanê xwe xwedî derkevin û lîstîkên xwe tenê ne hêlin! - Ferhat Aslan
Ferhat Aslan

‘Gel jî bila bi xwe hesbîne vê elekêyê nîşan bide’

Aslan, di dawiy axafatina xwe de eleqeya bo mihrîcanê rawe kir û wiha pêde çû: “Ji destpêkê heta niha gel eleqeyek bir mezin daye nîşandan. Di vê bernameyê de lîstikên nû cuda cuda hene. Çİ metropolên Tirkîyê û çi ji bajarên Kurdan be. Piranî di bernameya me de lîstikên Kurdî cih digirin. Her çiqas em bêjin, ev hewldana me wê têrê bike jî lê mixabin wê têrê nake. Bes ew jî ji boyî destpêke ji boy xûrtkirina şanoya Kurd destpêkeke girînge. Peşveçuna şanoya Kurdî ji heye. Em hewil didin ji bo komên şanoyê yên. Ev mîhrîcane tenê bila ne yame be. Gel jî bila bi xwe hesbîne vê elekêyê nîşan bide.”

Montaj: Dildar Guler

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Lîstîkwanên şanoyê: Zimanê xwe xwedî derkevin û lîstîkên xwe tenê ne hêlin!

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *