Malbata ku ev 6 mehe nikare kiriya xwe bide li benda alîkariyê ye

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Malbata Çetîn ku ji 5 kesan pêk tê, li Wanê jiyan dike û li aliyê aborî de ketiye nava rewşek pir xerab. Bav Alî Çetîn, nexweşê dil e û nikare bixebite. Dayîk Nûrten Çetîn jî hewl dide dengê xwe bide bihistin û alîkariyekê peyda bike.

Alî û Nûrçet Çetîn tevî 3 zarokên xwe li TOKÎ’yên Kevenlî yên li Wanê ev nêzî 2 sale jiyan dikin. Alî Çetin, ji ber ku ji dilê xwe nexweşe û temarên wî xitimîne nikare bixebite daku debara malbata xwe bike. Dayîk Nûrten Çetîn jî bi dilek xemgîn behsa neçariya xwe dike û ji rayedaran û kesên xêrxwaz re banga alîkariyê dike.

‘Îro cihek tuneye ku em serê xwe bikin tê de’

Nûrten Çetîn, ku rewşa xwe bi me re parve kir, anî ziman ev nêzî 6 mehe nikarin kirêya xanîyê xwe bidin û wiha domand: “Peşiyê xwediyê xanî 15 roj destûr da me ku, em xanî vala bikin. Piştre jî heta em ji xwe re xaniyek din peyda bikin destûr da me. Em nikarin kirêya xwediyê malê bidin. Nêzîkî 5-6 mehe  xwediyê malê me îdare dike. Lê êdî em şermezar bûne.  Roja erdheja Wanê heya îro ji bo nexweşiya mêrê min û zarokên me heta niha 50 hezar TL ji xelkê deyn kiriye. Em deyndarin. Îro cihek tuneye ku em serê xwe bikin tê de.”

Malbata ku ev 6 mehe nikare kiriya xwe bide li benda alîkariyê ye - Nurten Cetin
Nurten Çetin

‘Ez dixwazim j bo lawê min karekî peyda kin’

Nûrten di berdewamîya axaftina xwe de angaşt ku beriya niha şaredariyê karta alîkariyê ya 250 TL yan dida wan, lê ji ber sedemeke ku ew ji nizanin alîkariya wan hatiye birîn: “Heta îro me bi wan kartan idare dikir. Lê vê carê serdana me nehate qebûlkirin. Di mala me de mehekê tiştek tunebe jî em şerm dikin ji kesekî re bêjin. Tu kes mecbûr nîne ku alîkariyê bide me, lê em bang li karbidestan dikin ku çareyekê ji me re peyda bikin. Kurekî min ê ciwan heye lê pirsgirêkê wî yên psîkolojîk hene. Rapora wî ji heye ji ber vê jî li tu cihan kar nadin wî. Bila ji kurê min re dewlet karekî peyda bike. Çi nebe ew bixebite wê hinek pirsgirêkên me çareser bibin”

Malbata ku ev 6 mehe nikare kiriya xwe bide li benda alîkariyê ye - DSCF1522.00 05 09 13.Still004

‘Em nazxwazin tu kesî aciz bikin’

Elî Çetîn jî behsa nexweşya xwe kir û wiha pêde çû: “Ez 65 salîme û dilê xwe de nexweş im. Demarê min di xitimîn. Ji ber wê ez nikarim çi karî bikim. Rewşa me ya maddî ne başe. 3 zarokên me hene. Hevjîna min ji pîyê xwe de nexweş e. Em nikarin kirê ya xwe bidin û nikarin debara xwe bikin. Eger em li ber derî jî bimîni, em nazxwazin tu kesî aciz bikin.”

Malbata ku ev 6 mehe nikare kiriya xwe bide li benda alîkariyê ye - Eli Cetin
Ali Çetin

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Malbata ku ev 6 mehe nikare kiriya xwe bide li benda alîkariyê ye

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *