Muharrem Înce: Ez xwe ji namzetiya serokkomariyê vedikişînim

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Namzetê Serokomariyê û Serokê Giştî yê Partiya Memleketê Muharrem Înce xwe ji namzetiya serokkomariyê vekişand.

Namzetê Serokomariyê Muharem Înce ligel karbidestên xwe civiyabû û di wê civînê de piraniya karbidestên wî biryara vekişîna ji namzetiyê dabûn.

Muharrem Înce di daxuyaniyekê de ragihand ku ew ji namzetiya serokomariyê vedikişe.

Înce di daxuyaniya xwe de wiha got: “Zêdeyî 40 salan ez xizmeta siyasetê dikim. Tişta ku min di van 45 rojên dawî de dîtiye, di 45 salên dawî de nedîtiye. Belge, dekont û videoyên sexte… Ew ji malperek porno ya Îsraîlî werdigirin û wêneyê min lê dixe. Endamên FETO vê yekê dikin.

Ne polîs, ne dozger li ser vê yekê lêkolînê nakin. Tu rojnamevan jî vê nanivîsin. Kesên dinivîse wekî ku xizmetê ji endamên FETO re bike dinivîse. Dibêje ‘Nepeniya taybet a jiyanê`. Ev ne jiyana taybet e, lê ne bêbextî ye. Dewleta Komara Tirkiyeyê îtîbara min neparastiye.”

Înce diyar kir ku wî biryar daye ji namzetiya Serokomariyê vekişe û got: “Çend endamên FETO yên reviyayî hene hemû êrîşî min dikin. Min her roj şerê wan kir. Em roja Yekşemê diçin ser sindoqan. Partiya Memleket ji bo Tirkiyê girîng e. Divê em di wê parlamentoyê de hebin. Divê Ataturkparêz  di wê parlamentoyê de bin. Sîgorta Tirkiyê Partiya Memleket e.

Ez namezitaya xwe vedikişînim. Ez ji bo welatê xwe vî karî dikim. Min bijardeya sêyemîn pêşkêşî Tirkiyê kir. Min got, ne Tifapa Milet û ne jî Tifaqa Cumhur. Min got, ne ji rast û ne jî ji çep, riya Ataturk bişopînin. Min hewl da ku kanalek vekim, lê me nekarî.” (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Muharrem Înce: Ez xwe ji namzetiya serokkomariyê vedikişînim

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *