Partiya Çepên Kesk li Wanê xebata hilbijartinê ya sepanî dimeşîne

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Partiya Çepên Kesk ku li Wan û navçeyên wê bo ku yek deng jî zeyî nebe, li ser pusûlaya hilbijartinê xebata sepanî (uygulamali) dimeşîne.

Partiya Çepên Kesk li Wan û navçeyên wê, tevî ku çend roj ji hilbijartinê re mayî, bê navber xebatên xwe berdewam dike. Partî, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de, li navçeya Şax (Çatak) û gundên wê xebatê dimeşîne.

Wekî Serhat Newsê tevî ku ji hilbijartinê re 3 roj name, me li Navçeya Şaxê ya Wanê, xebatên hilbijartinê şopand. Hevberdevkê Rêxistina Partiya Çepên Kesk yê Wanê Veysî Dîlekçî û namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît ji me re xebatên xwe nirxandin.

Partiya Çepên Kesk li Wanê xebata hilbijartinê ya sepanî dimeşîne - Partiya Cepen Kesk li Wane xebata hilbijartine ya sepani dimesine 4

Kaçmaz Sayyîgît, diyar kir ku di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li bajêr mal bi mal geriyane û wiha domand: “Ev nêzî 2 meh e em xebatên xwe dimeşînin. Em mal bi mal, kolan bi kolan geriyan. Şev û roj em li kolanê ne. Li gel komîsyonên qanîkirin, jin û ciwanan em xebatê dimeşînin. Di dema xebatê de gel eleqeyek gelek baş nîşanê me dide.”

Sayyîgît, got ku li nava gel de bo guherînê bendewariyeke pirr xurt derketiye holê û wiha axivî: “Li vî bajarî ji sala 2015’an vir ve, vîna gel hatiye binpêkirin. Di pêvajoya dawî de xîzanî û gendelî derketiye holê. Gelê me êdî ji vê pergalê gelek aciz bûye. Bendewariyek pirr mezin bo guherînê heye. Bila gelê me qet nekeve nava fikarê. Di 14’ê Gulen de, em ê ji rojeke gelek xweşik re şiyar bibin.”

Partiya Çepên Kesk li Wanê xebata hilbijartinê ya sepanî dimeşîne - Partiya Cepen Kesk li Wane xebata hilbijartine ya sepani dimesine 1

Herî dawî Sayyîgît bang li gel kir ku tevli mitînga wan ya 13 Gulanê li Qada Beşyolê bibin.

Dîlekçî: Deshilat civakê tehdîd dike

Hevberdevkê Rêxistina Partiya Çepên Kesk yê Wanê Veysî Dîlekçî jî destnîşan kir ku mexdûriyeteke pir mezin derketiye holê û got, li aliyê din jî qeyrana siyasî li welat her diçe kûrtir dibe. Dîlekçî dibêje ku li welat rewşa siyasetê pirr kambax bûye û wiha berdewam kir: “Mixabin di rewşa heyî de sîyaset bûye çavkaniya tehdîdê. Îro AKP, nemaze zimanê tehdîdê bikar tîne û dixwaze bi vî avayî li ser civakê pêkutiyê bide meşandin. Em ê di 14’ê Gulanê de ji vê pergala çewsandinê re bêjin ‘Bisekine’.”

Partiya Çepên Kesk li Wanê xebata hilbijartinê ya sepanî dimeşîne - Partiya Cepen Kesk li Wane xebata hilbijartine ya sepani dimesine

Dîlekçi, derbarê armanca wan ya hilbijartinê de jî wiha axivî: “Armanca me ya li bajêr bidestxistina her 8 namzetan e. Gelê Wanê di 14’ê Gulanê de dê bersiveke baş bide vê pergalê.”

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Partiya Çepên Kesk li Wanê xebata hilbijartinê ya sepanî dimeşîne

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *