Namzeta Çepên Kesk a Wanê Kaçmaz: Jin dê bibin kirdeya guherînê

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Namzeta rêza 3’yan ya Partiya Çepên Kesk ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît derbirî ku jin wê bibin kirdeya guherînê û diyar kir, bo ku hemû mirov azad û wekhev bin, ew ji Partiya Çepên Kesk bûye namzet.

Tevî ku ji hilbijartinan re demek pirr kin maye, xebatên partiyên siyasî jî bê navber berdewam dikin. Namzetên Partiya Çepên Kesk jî di vê çaroveyê de gund bi gund, tax bi tax û kolan bi kolan xebatên xwe dimeşînin. Namzetên Çepên Kesk, di hemû civînên ku tevli dibin de, gelek caran balê dikişînin ser rewşa jinan ya di nava malbatê de û dibêjin ku ew dê cardin Peymana Stenbolê têxin meriyetê. Herwiha diyar dikin ku daxwaza wan ya sereke ew e ku li welat guhertinekî bingehîn çê be.

Namzeta rêza 3’yan ya Partiya Çepên Kesk ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît destnîşan dike ku di roja îroyîn de li hemberî hêzên, nijarperest, netewperest, zayendîperest, kevneparêz û pîyasaparest ku bandorê li ser civakê dikin, pêdivî bi têkoşîneke civakî heye.

Namzeta Çepên Kesk a Wanê Kaçmaz: Jin dê bibin kirdeya guherînê - van yesil sol adayi kacmaz 1 1024x768 1

Sayyigit, her wiha dide zanîn ku ew li ser xalên bo xebatên jinan yên di denezana jinan ya Partiya Çepên Kesk de hatine diyarkirin, xebatê dimeşînin.

Sayyigit, ev xal wiha rêz kirin

“*Em dê zagonên ku rê li ber kuştinên nefretê û tundiyê vedikin, biguherînin. Dîsa ji bo parastina jinên rastî tundiyê tên jî em ê tedbîrên yasayî yên pêwîst werbigirin.

* Em destûr nadin ku bi ser esasê siyaseta, zewac, kinc, temen, bawerî, ol, netew û şer de me perçe bikin. Dîsa em nahêlin me wekî jinên makul/ne makul ji hevdu cuda bikin.

* Em serê xwe li hemberî tu ‘Reîsan’ tu cemaet, tu tarîqat û îktidarên ku tehekumê bi ser bedena me, keda me, nasnameya me û kincên me dikin, na tewînin.

* Em dê xwe biryar bidin ku ka em çewa dixwazin jiyan bikin, biryara dersokê jî biryara bejna etekê xwe jî em dê bidin.

* Sê zarok an jî pênc zarok, em dê li hemberî pûkutiya zaranînê bisekinin, em çend zarokan bixwazin em ê ew qas zarok bînin dinê, dilê me nexwaze jî em zarokan çênakin.

* Em dê Peymana Stenbolê cardin têxin meriyetê, bi avayekî çalak tevî zagona hejmar 6284’an ew ê pêk bînin û li gel saziyên jinan jî bi hevre em dê kontrol bikin.

* Ji bo ku barê xwedîkirinê ji ser milê jinan bê rakirin, em dê bo astengdêr û kalan malên xwedîkirinê vekin û xizmeta bê pere bidin.

*Em dê lêçoyînên bingehîn yên wekî starbûn, tenduristî û îstihdamê yên bi hezaran jinên ji ber karesatê; bê mal, bê kar û bê ewlehî mane, ji butçeya cemaweriyê pêk bînin.

*Em dê pergala perwerdehiyê li gor hişmendiya azadîparêz û laîktiyê ji nûve sererast bikin. Dersa Wekheviya Zayendiya Civakî dê bê ferzkirin û li mufredatê bê zêdekirin.

Namzeta Çepên Kesk a Wanê Kaçmaz: Jin dê bibin kirdeya guherînê - van yesil sol adayi kacmaz 3 1024x768 1

‘Îktîdar jinan di malê de heps dike’

Kaçmaz herî dawî derbarê kuştinên jiyan yên ku van demên dawî gelek zêde bûye jî axivî û wiha got: “Di nava sedemên ku rê li ber tundiya li dijî jinan vedike, mebestên polîtîk, normên zayendîparêz û yên civakî, rewşa malbatê û faktorên civakî-aborî dikare werin jimartin. Îktîdara AKP’ê ji bo ku xwe li ber çavên hin derdoran şirîn bike, dixwaze jinan di malê de heps bike û cudakariya li hemberî jiyan kur dike. Tesîrên tundiya jiyanan ya di nava civakê de derkive holê jî gelek cidî ne.”

Sayyigit, dibêje ku lazime di warê tundiya li hemberî jinan de tedbirên gelek cidî bêne wergirtin û da zanîn ku pêwîste îktîdar dev ji polîtîkayên şovenîst, zayendîparêz û cudar berde. Ew dibêje encax bi vî avayî dikare rê li ber tundiyê bê girtin. Herwiha Sayyigit, destnîşan dike, “Lazime polîtîqeya bêcazatiyê ji holê bê rakirin û heman malbatê jî li gor wekheviyê cardin were dizaynkirin.”

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Namzeta Çepên Kesk a Wanê Kaçmaz: Jin dê bibin kirdeya guherînê

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *