Şaxa ÎHD’ê ya Agiriyê di roja dengdayînê de dê li qadê hilbijartinê bişopîne

featured
Bajarê Agiriyê
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Agiriyê, di hilbijartinên 14’ê Gulanê de tevî navenda bajêr, dê li 7 navçeyan hilbijartinê bişopîne.

Li Agiriyê hilbijartin her tim dibin sedema nîqaşan. Herî dawî di hilbijartinên şaredariyê de jî nîqaş derketibûn holê. Dema ku mijar dibe ewlehiya hilbijartinê, hemû nêrîn vedigerin ser Agiriyê. Wekî Serhat Newsê beriya niha derbarê ewlehiya hilbijartinê de me bi Baroya Agiriyê re hevpeyvînek weşandibû. Niha em li ser hilbijartinan li gel Şaxa ÎHD’ê ya Agiriyê re axivîn.

ÎHD jî wekî Baro û partiyên siyasî, wê ji bo ewlehiya hilbijartinê di roja dengdayînê de, li qadê be. ÎHD, li gel navenda bajêr dê li 7 navçeyan jî bi heyetên ji hiquqnasan pêk tê, hilbijartinê bişopîne.

15 ekîp hatine amadekirin

Endamê Desteya Rêveber a Şaxa ÎHD’ê ya Agiriyê Parêzer Mehmet Boga, da zanîn ku ew dê li qadê hilbijartinê bişopînin û wiha berdewam kir: “Wekî Şaxa ÎHD’ê ya Agiriyê, mîna hemû hilbijartinên din, ji bo ku mafên demokratîk neyên binpêkirin, êm ê li qadê bin û hilbijartinan bişopînin. Di roja hilbijartinê de, li gel Platforma Eşît Haklarê, em dê wekî çavdêrên serbixwe li herêmên sindoqan peywirê bigirin. Ji bo vê me 15 ekîbên ku ji parêzeran pêk tên, amade kiriye”

Şaxa ÎHD’ê ya Agiriyê di roja dengdayînê de dê li qadê hilbijartinê bişopîne - ihd agri subesi boga
Parêzer Mehmet Boga

Binpêkirinan dê bikin girtek

Boga, got ku ew dê binpêkirinan bikin girtek û ji navenda giştî ya komeleyê re bişînin û wiha pêde çû: “Dema me binpêkirinek tespît kir, beyî cudakarî di navbera partiyan de, em dê raporan amade bikin. Di vê çarçoveyê de navenda me ya giştî ji hemû rêxistinên sivîl re bang kiriye û her wiha serî li Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) jî daye. Li aliyê din em li gel baroyê jî di nava koordîneyê de ne. Di çarçoveya cerebeyên me yên berê, di vê hilbijartinê de jî em dê baldarî peywira xwe bicih bînin.”

‘Xwedî li dengê xwe derkevin’

Boga herî dawî, bang li hilbijêran jî kir ku xwedî li sindoqan derkevin û wiha axivî: “Em ji hilbijêran re vê bangê dikin; bila guh nedin provakasyonan û piştî bikaranîna dengê xwe, di çarçoveya mafê yasayî de bila xwedî li dengê derkevin. Ger rastî binpêkirineke mafî jî hatin, bila agahî bidin me. Em dê bişopînin.”

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Şaxa ÎHD’ê ya Agiriyê di roja dengdayînê de dê li qadê hilbijartinê bişopîne

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *