Namzetê Keskên Çep yê Qersê Çelîkkalelî: Gelê Qersê amadeye AKP’ê bişîne

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Namzetê Partiya Keskên Çep yê Qersê Setaç Çelîkkalelî got, “Erdnîgariya Kurdan bi nêrîneke kapîtalîst tê mêtîngerkirin. Xizanî li ser gelê herêmê hatiye ferkirin û wana neçarî koçkirinê dikin. Em ê di 14’ê Gulanê de dawî li vê zulmê bînin”

Li Qersê Partiya Keskên Çep dê bi namzetên xwe Gulistan Kiliç Koçyigit, Gulcan Alp û Setaç Çelikkaleli tevli hilbijartinê bibe. Namzetê Partiya Keskên Çep yê Qersê Setaç Çelîkkalelî armancên xwe û pirsgirêkên gelê Qersê ji Serhat Newsê re nirxand.

Çelikkaleli di destpêka axaftina xwe de balkişand ser pirsgirêka Kurd û wiha domand: “Di bingeha pirsgirêka Kurdan de mafê zimanê zikmakî û mafên bingehîn yên mirovan cih digire. Pêwîste ev daxwaz jî bi ser esasê demokrasiyê bêne çareserkirin. Lê mixabin ji ber polîtîkayên aborî û çandî yên xelet heta roja me ya îro ev pirsgirêk mezin bûye. Erdnîgariya Kurdan bi nêrîneke kapîtalîst tê mêtîngerkirin. Xizanî li ser gelê herêmê hatiye ferkirin û wana neçarî koçkirinê dikin. Em ê di 14’ê Gulanê de dawî li vê zulmê bînin.”

Namzetê Keskên Çep yê Qersê Çelîkkalelî: Gelê Qersê amadeye AKP’ê bişîne - WhatsApp Image 2023 04 20 at 11.33.04 1024x683 1

‘Hemû politîqayên AKP’ê eşkere bûne’

Di berdewamiyê de Çelikkalelî derbirî ku hemû polîtîkayên AKP-MHP’ê eşkere bûne û destnîşan kir ku di 14’ê Gulanê de AKP û MHP di sindoqan de dê bên têk birin. Wî di vê derbarê de wiha dirêjî da gotinên xwe: “Ew dixwazin nakokiyên di nava civakê de kûr bikin û bi vî şiklî desthilata xwe berdewam bikin. Nêzîkatiya desthilatê ya li hemberî pirsgirêka Kurd de jî di vê çarçoveyê de ye. Pirsgirêka Kurd encax dikare bi ser esasên demokratîk yên gerdûnî bê çareserkirin. Desthilata heyî bo dengan bidest bixe faşîzmê wekî amurekî bikar tîne. Ev deshilata ku heyî nikare êdî pirsgirêka Kurd çareser bike.”

Çelikkaleli her wiha destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd encax dikare bi muxatabên xwe bê çareserkirin û wiha berdewam kir: “Di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de ji ber deshilatê deng windakirin. Welat xiste nava kaosekî. Me hemûyan şahidiya wê heyamê kir. Êdî ev hikumet nikare tu pirsgirêkan çareser bike. Pirsgirêka Kurd encax dikare bi muxatabên xwe re bê çareserkirin.”

Di axaftina xwe de Çelikkaleli bi ser mijara jinan jî hin nirxandin kirin û da zanîn ku pisgirêka jinan jî pirsgirêka welat ya herî girîng e. Ew wiha dibêje: “Niha tevgereke siyasî ji bo zagonên mafê jinan diparêze ji holê bê rakirin, pêkutiyan li ser hikumetê dide meşandin. Wê hikumetê jî bo hinek dengan ev yek qebûl kiriye. Pêvajoya betalkirina Peymana Stenbolê jî me hemûyan dît. Li welatê me pirsgirêka bûkên zarok heye ku ji aliyê tariqatan ve hewl tê dayîn rewa bê dîtin. Mixabin fermanek ji aliyê desthilatdariya heyî ve heye. Kuştinên jinan ên kiryar nediyar hene. Tecawizên ku bê ceza dimînin hene. Di 20 salên desthilatdariya AKP’ê de bi qasî qalikê hêjîrê ti çareserî di vî warî de derneket.”

Namzetê Keskên Çep yê Qersê Çelîkkalelî: Gelê Qersê amadeye AKP’ê bişîne - WhatsApp Image 2023 04 20 at 11.33.05 1018x1024 1

‘AKP’ê li Qersê xweza qirkir’

Çelîkkaleli da zanîn ku Qers ku demekê ji ber xwezaya xwe navenda cazîbeyê bû, di salên dawî de ji ber polîtîkayên AKP’ê rastî wêraniyeke xwezayî hat. Çelîkkaleli, anî ziman ku li Qersê pirsgirêkeke metirsîdar a hawirdorê heye û got, “Berî her tiştî çavkaniyên avê nayên parastin. Îro li herêmên ku depoyên avê lê ne, bermayiyên kîmyewî û malî çavkaniyên avê qirêj dikin. Bandora bendavan li ser hevsengiya hawirdorê tê paşguhkirin. Bi HES’an re rûbarên çem xera dibin û bedewiyên xwezayî yên ku divê bên parastin mixabin ji ber xetereya bermahiyên santralên betonê hatine tunekirin.”

‘Hê jî rêya Qersê nîne’

Çelîkkaleli, diyar kir ku di sala 2019’an de îradeya gelê Qersê hat desteserkirin û qeyûm hat tayînkirin û wiha got: “Welatiyên herêmê û vîna mafan ji aliyê qeyûm ve hatin desteserkirin. Gelê Qersê ji bereketa sedsala 21’ê bêpar mane û bêhêvî mane. Em bi xemgînî diyar dikin ku li Qersê cihên ku hê binesaziya gaza siruştî negihîştiye wan cihan hene. Mînak li taxa Halîtpaşayê ji ber ku binesaziya gaza xwezayî tune ye, hê jî gelek malên xaza siruştî nikarin sûdê werbigirin. Gelek rêyên gundên Qersê hê jî nehatine çêkirin. Her çiqas ji ber ava baran û berfê rêyên axê nayên bikaranîn jî hema bêje ji tenêtiyê re mane. Di dawiya axaftina xwe de got ku her çend beriya her hilbijartinê desthilatdaran li hemberî dengan soz dabûn jî, rê nehat çêkirin.”

Namzetê Keskên Çep yê Qersê Çelîkkalelî: Gelê Qersê amadeye AKP’ê bişîne - WhatsApp Image 2023 04 20 at 11.33.05 1 750x813 2

Çelîkkaleli kî ye?

Setaç Çelikakeli di sala 1985’an de li Dîgorê ji dayik bûye. Piştî xwendina xwe ya seretayî, navîn û amadeyî li Dîgorê di sala 2009an de Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Anadolu ya Eskîşehîrê qedand. Çelîkkalelî piştî stajyeriya hiqûqî qedand ji sala 2010’an ve li Qersê parêzeriyê dike. Rêvebertiya ÎHD’ê û Komelaya Ji bo azadiyê hiquqê kiriye. Çelîkkalli ku di hamen demê de endamê lijneya rêveber ya Baroya Qarsê ye, di sala 2022’an de di nava Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê de jî cih girtiye.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Namzetê Keskên Çep yê Qersê Çelîkkalelî: Gelê Qersê amadeye AKP’ê bişîne

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *