Nexweşxaneyên ji erdhejê zirar dîtine hatin valakirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Hatayê 2 nexweşxaneyên ku ji ber erdhejê zirar dîtinê hatin valakirin. Nexweşên li van deran dihatin dermankirin jî ji nexweşxaneyên din re hatine veguhestin.

Şevê din saet di 20.04’an de li navçeyên Samandag û Defne yên Hatayê bi pileyên 6.4 û 5.8’an erdhej çêbûn. Li gel bajarên herêmê, her wiha Sûriye, Urdun, Iraq, Filistîn, Îsraîl û Misir jî ji van erdhejan bibandor bûn û hişyariya tsûnamiyê hat dayîn. Piştî erdhejê dema du welatiyan li Taxa Gazî ya Antakyayê hewl didan ji avahiya 4 qat alavên xwe derxînin, di bin kavilan de man. Di encama xebatên lêgerînê de cenazeyên 2 kesan hatin derxistin.  

Nexweş bi helikopter û ambulansan hatin veguhestin

Welatiyên di erdhejên navend Mereşê de birîndar bûyîn, li nexweşxaneyên Hatayê dihatin dermankirin. Lê belê ji ber erdhejên duh ên li bajar, di çarçoveya tevdîran de biryara tehliyekirina Nexweşxaneya Dewletê ya Îskenderûnê û Nexweşxaneya Lêkolîn û Sepandinê ya Zanîngeha Mûstafa Kemal hate dayîn. Birîndarên li van nexweşxaneyan bi helîkopter û ambulsan sewqî nexweşxaneya bajar hatin kirin.

Li Osmaniyeyê jî avahiyek çar qatî hilweşiya

Di heman demê ji ber erdhejên navend Hatayê, li kolana hejmar 9056 a Taxa Rahîme Hatûn a Osmaniyeyê avahiyeke 4 qat hilweşiya. Li ser agahiya ku welatiyek di avahiyeke kêmxesar de dimîne, tîmên lêgerîn-rizgarkirinê sewqî herêmê hatin kirin. Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên li avahî didomin. (MA)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Nexweşxaneyên ji erdhejê zirar dîtine hatin valakirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *