Nirxekî giranbuha yê dengbêjiyê: Denbêj Kazo

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Dengbêjê navûdeng yê ji Wanê, Dengbêj Kazo di nava çanda dengbêjiyê de wekî nirxekî giranbuha tê qebûlkirin. Di heyama bandên mûzîkê de, li her mal û dikanekê de teqez bandek Denbêj Kazo hebû. Hem li bajarê me Wanê û hem jî li hemû bajarên Kurdan klamên wî bi ecibandinek mezin, dihatin guhdarkirin.

Dengbêj Kazo ku niha li Stenbolê jiyan dike bi rêya înternetê pirsên Serhat Newsê bersivandin.

Denbêj Kazo an jî Hozan Kazo, di nava Kurdan weke semboleke girîngtirîn ê denbêjiyê tê nasîn. Li her mal û dikaneke Kurdan de an bandek an jî posterek wî daliqandiye. Dema ku behsa Wanê tê kirin, pêşiyê navê Dengbêj Kazo tê bîra mirovan. Di nava gelê Wanê de bo dengbêj Kazo tê gotin, “Heta mirîşkên mala Kazo jî dengbêjiyê dikin”

Nirxekî giranbuha yê dengbêjiyê: Denbêj Kazo - dengbej kazo1

Dengbêj Kazo di sala 1950’an de li gundê Ermanis (Guvelek) a Wanê ji dayîk bûye. Malbata wî jî her tim bi mûzîkê re eleqeder bûye û ew jî di nava malbatekî wiha de mezin bûye. Ew li gel newayên bilûra bavê xwe û çîrokên kalikê xwe mezin dibe. Kazo, niha li Stenbolê jiyan dike û di mehên havînê de jî tê gundê xwe yê li Wanê. Her çend ew pirsgirêkên tenduristiyê jiyan dike jî, dev ji xebatên mûzîkê berneda ye.

Bi dengê bilûra bavê xwe mezin bûye

Dengbêjê Kazo, bi vegotina zarokatiya xwe dest bi axaftina xwe dike û wiha dibêje: “Em neçûn dibistanê, lewra me çi bihistiba, di hişên xwe tomar dikir. Bavê min bilûrvaneke baş bû û dengê wî jî gelek xweş bû. Kalikê min çîrokbêjeke xurt bû. Wî ji me re het tim çîroka Rustemê Zal vedigot. Mi carnan digot gelo Rustemê Zal kiye, wî digot ew lengekî Kurdan e.”

Nirxekî giranbuha yê dengbêjiyê: Denbêj Kazo - dengbej kazo6 1

Kalikê wî jî dengbêjeke navûdeng bû

Kalikê Kazo, tenê ji neviyên xwe re çîrok nedigotin. Wî hem li gundê xwe û hem jî gundên din ên li derdorê tevli dîwanan dibû û ji gundiyan re çîrok digotin. Heta ku kalikê wî di dîwanên Ecemê Kinin û Kor/Zor Huseyîn Paşa de jî dengbêjî kiriye. Wê caxê destûr nebû ku zarok tevli dîwanan bibin, lê Dengbêj Kazo tevli dîwanan dibû û klam digotin.

‘Her tim bo dîwanê gazî min dikirin’

Derbarê wan rojan de jî Dengbêj Kazo wiha dibêje: “Her şev di malekê de ji 7 heta 70 saliyê mirov diciviyan û dîwan dihatin damezirandin. Çîrok dihatin vegotin û klamên dengbêjiyê dihatin stirîn. Gelek caran destûr nebû, zarok tevli van dîwanan bibin. Lê bavê min ez dibirim. Navê bavê min Dursun bû. Ji wî re digotin, ‘Dursun te çima kurê aniye dîwanê? Bavê min digot ‘Dengê kurê min pir xweş e. Bila ji we re kilaman bêje’ Kursiyek bilind didane min û ez derdiketim ser wê derê, bi sefteke bilind, min dest bi kilamê dikir. Min zêde kilam nedizanîn, lê dîsa jî her tim bo dîwanê gazî min dikirin.”

Nirxekî giranbuha yê dengbêjiyê: Denbêj Kazo - dengbej kazo2 768x768 1

Ew, dema ku tê 11-12 saliya xwe, hêdî hêdî tevli dawetan dibe û repertuara xwe ya stranan jî berfireh dike. Kazo bi domdarî dibêje ew bûye evîndarê dengbêjiyê û wiha didomîn e: “Wê çaxê tenê di mala muxtarê me de radyo hebû. Em hemû diçûn cem wî. Wan a radyo datanîn ser cihek bilind, bo ku baş bikişîne. Û bi rêze me radyoyên, Radyoya Bexdayê, Radyoya Êrîvanê û Radyoya Kirmanşanê guhdar dikir.”

Dengbêjê hêja Kazo dide zanîn ku wê demê herî zêde Mihemed Arifê Cizîrî diçû xweşiya wî û bi ser radyoyê jî herî zêde klama Eyşan a Elî guhdar dikir. Kazo di wan salan de dest bi jenandina tembûrê jî dike û klamên Şeroyê Biro, Xerapetê Xaço û Reşîdê Basî guhdar dike.

Nirxekî giranbuha yê dengbêjiyê: Denbêj Kazo - dengbej kazo5 768x576 1

Di medreseyê de berhemên Melayê Cizîrî jî xwendiye

Biboneya ku dengê wî xweş bû bavê wî dixwaze ew bibe mela û bi ser vê yekê Kazo, di 13-14 saliya xwe de diçe medreseyê. Dengbêj Kazo, du salan li medreseyê perwerdeyê dibîne û li wir, berhemên Melayê Cizîrî, Elî Herîrî û Cigerxwîn dixwîne.

Dema ku temenê wî digihije 15-20 saliyê, êdî hatiye naskirin û ji hemû dewatan re tê gazikirin. Di vê heyamê de, tevî tembûrê Denbgêj Kazo dest bi jenandina erbaneyê ji dike.

Piştî ku ew di nava civaka Kurdan de tê nasîn, êdî li Wanê beyî wî tu dawet nayên kirin. Dengbêj Kazo ku navê wî yê rasteqîn Rizgan Kazoyê, her wiha li gel dengbêjên wekî Hecî Evdilkerîm, Abdulselamê Koçîkî û Tahiro re dibe dost. Kazo, vê demê dest bi tomarkirina bandan dike û pişt re jî di sala 1990’an de tevî biraziya xwe Hozan Fatê û kurê xwe Emrah, ‘Koma Şîrvan’ê ava dike. Li gel avakirina komê êdî navê Dengbêj Kazo li derveyî Wanê jî belav dibe û hejmara heskiriyên wî zêde dibe.

Heta niha 32 album tomar kiriye

Dengbêj Kazo ku heta niha 32 album tomar kirine, li derveyî welat jî hatiye nasîn û li wan deran jî konseran saz dike.

Kazo di navbera gotinên xwe de serpêhatiyeke xwe ya li gel Arîf Sag re jî wiha vedibêj e: “Arîf Sag, ji Partiya Kedê ya Gel (HEP) bûbû namzet. Em sê mehan li gel hev man. Gelek hej min dikir. Her tim digot, ‘ji min re Xezalê bêje’ Ew evîndarekî hunerê yê mezin bû. Bandeke Şivan hebû me guhdar dikir. Ji ber vê di navbera salên 1980-85’an de em 100 rojan di girtîgehê de man. Di mîtînga HEP’ê de ez û birayê xwe derketin ser dikê. Ji ber vê 18 sal ceza dane me. Loma ez neçar mam ku derbasi Îranê bibim.”

Nirxekî giranbuha yê dengbêjiyê: Denbêj Kazo - dengbej kazo3 768x576 1

Dengbêj Kazo diyar dike ku qiymeta dengbêjê wekî berê nemaye û dide zanîn ku bo dengvedana dengbêjiyê amûra herî baş dik e. Kazo heta niha nêzî 700 stran gotine û mixabin ji sala 2020’an vir ve êdî albuma çênake. Ew dibêje ku êdî medya civakî şûna klîp û bandan dagirtiye, lê destnîşan dike ku band bi nirxtir in.

Kazo herî dawî dide zanîn ku wî du pirtûk nivîsînê, lê belê hêj nedaye ber çapê û dibêje ew ê îsal van pirtûkan çap bike.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Nirxekî giranbuha yê dengbêjiyê: Denbêj Kazo

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *