Nivîskar Mîlan Kundera di 94 saliya xwe de jiyan ji dest da

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Nivîskarê Çek yê navdar Mîlan Kundera di 94 saliya xwe de jiyan ji dest da.

Nivîskarê Çek Mîlan Kundera duh li paytex Parîs ya Fransayê jiyana xwe ji dest da. Berdevka Pirtûkxaneya Moravyayê (MZK) Anna Mrazova têkildarî mijarê ev agahî da: “Ev demekî dirêj bû Mîlan Kundera nexweş bû û duh li Parîsê jiyana xwe ji dest da.”

Weşangerê Kundera yê li Fransayê Gallimard jî da zanîn ku nivîskar di 11’ê Tîrmehê roja sêşemê de jiyana xwe ji dest daye.

Mîlan Kundera di sala 1929’ê de li bajarê Brno yê herêma Moravya ya Çekoslovakyayê ji dayik bû. Di sala 1975’an de koçî Fransayê kir û di sala 1981’ê de bû hemwelatiyê Fransayê. Piştî weşandina “Pirtûka Ken û Jibîrkirinê”, hikûmeta Çekoslovakyayê, Kundera ji hemwelatiyê derxist. Kundera, 15 pirtûk nivîsandin, gelek xelat wergirt û li gel pîşeya nivîskariyê, di heman demê de salên dûvdirêj bi awayekî profesyonel bi muzîk û sînemayê re jî eleqedar bû. (MA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Nivîskar Mîlan Kundera di 94 saliya xwe de jiyan ji dest da

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *