Nobeta ‘Edaletê’ ya Malbata Şenyaşar berdewam e 

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Malbata Şenyaşar ku li ber Edliyeya Rihayê nobete xwe ya ‘Edadetê’ didomîn e, li ser Twîtterê peyamek belav kir: “Em ê bi hev re ji kesên li Rihayê edalet fedayê parlamenterekî kirin, rizgar bibin. Bêzarbûn tune ye!” 

Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. 

Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya ‘Nobeda Edaletê’ kirin. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 734’an de berdewam dike. Ji ber ku di dawiya hefteyê de edliye girtî ye, malbatê nobet li mala xwe ya li Pirsûsê domand. 

Malbatê, têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Em ê bi hev re ji kesên li Rihayê edalet fedayî parlamenterekî kirin, kesên lê dinêrin lê nabînin û ji kesên heqaretê li welatiyên daxwazên xwe tînin ziman dikin, rizgar bibin. Bêzarbûn tune ye! Em ê bi hev re bi ser kevin. Pir kêm ma ye.” (MA)

Serhat News 

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Nobeta ‘Edaletê’ ya Malbata Şenyaşar berdewam e 

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *