OHD’ê bo berdana girtiyê nexweş Kuday serî li dozgeriyê da

featured
MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

OHD’ê diyar kir ku jiyana girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Abdulkadîr Kuday di xeterê de ye û hat destnîşankirin, bo ku înfaza Kuday bê taloqkirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê dane.

 Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê ji bo balê bikişînin ser rewşa nexweşê ALS’ê Abdulkadîr Kuday ê li Girtîgeha Tîpa R a Hejmara 2’yemîn a Metrîsê tê ragirtin li avahiya komeleya xwe civîneke çapemeniyê li dar xist. Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî, endam û rêveberên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Weqfa Lêkolînên Hiqûq û Civakê (TOHAV) û Komeleya Civaka Sivîl a di Pergala Înfazê ya Ceza de (CÎSST) tev li civînê bûn.

Endama OHD’ê parêzer Eda Onal a di civînê de axivî, diyar kir ku Kuday ê ji sala 2014’an ve di girtîgehê de ye, di 1’ê mijdara 2021’an de teşhîsa nexweşiya masûlke û rehikan a bi navê ALS ku xedar e danîn ser. Onal, diyar kir ku di rapora Lijneya Tenduristiyê ya Nexweşxaneya Bajêr a Dr. Îsmaîl Fehmî Cûmalîoglû ya Tekîrdagê de hatiye gotin ku Kuday “nexweşê giran e û astengdar e, ji ber vê yekê divê înfaza wî 6 mehan bê taloqkirin” û piştî vê raporê ji heman nexweşxaneyê raporek hat dayîn û hat gotin ku “Divê sewqî Girtîgeha Tîpa R bê kirin.” Onal, da zanîn ku di rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) ya di 24’ê kanûna 2021’ê de jî hatiye gotin ku divê girtî sewqî klînîkeke norolojiyê ya Nexweşxaneya Zanîngehê an jî nexweşxaneyeke perwerde û lêkolînê bê kirin û înfaza wî di bin şertên Saziya Înfaza Cezayê ya Tîpa R’yê de berdewam bike. Kuday jî li ser rapora ATK’ê sewqî Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê hate kirin. Onal, diyar kir ku li vir rewşa Kuday bi tu awayî baş nebûye û rewşa wî xerabtir bûye.

Daxwaz hatiye redkirin  

Onal, bi lêv kir ku Kuday ji bo taloqkirina înfazê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê dabû lê daxwaza wî bi hinceta dikare li Girtîgeha Tîpa R bimîne nehate qebûlkirin. Onal, da zanîn ku di çarçoveya Giştînameya Wezareta Dadê de ji bo Kuday serlêdana berdanê hatiye kirin û anî ziman ku tevî nexweşiya wî hatiye asteke krîtîk jî hêj bersiva Kuday nehatiye dayîn. Onal, diyar kir ku daxwaza berdanê ya bitedbîr ku ji Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) hate kirin jî nehate qebûlkirin.

‘Rewşa Kuday krîtîk e’

Onal, destnîşan kir ku rewşa tenduristiyê ya Kuday di asteke krîtîk de ye û wiha berdewam kir: “Nexweşiya girtî cidîye û her ku diçe pêş ve diçe. Girtî bûyer 45 kîlo hemû masûlkeyên wî heliya ne îhtîmala ku girtî baş bibe nîne. Tu tedawiya nexweşiya wî jî nîne.” Kuday, destnîşan kir ku jiyana Kuday di bin rîskeke mezin da ye û bal kişand ku mafê jiyanê û qedexeya mûameleya nebaş û îşkenceyê tê binpêkirin. Onal, da zanîn ku weke OHD’ê girêdayî rewşa tenduristiyê ya Kuday a dawî ji bo înfaza Kuday bê taloqkirin ji nû ve serî li Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê dane.

‘Bila gavên pêwîst bi lez bên avêtin’

Onal a destnîşan kir ku xetera ku Kuday li girtîgehê jiyana xwe ji dest bide heye, xwest ku li cem malbata xwe tedawî bibe û wiha got: “Ji bo ku Abdulkadîr Kuday li nexweşxaneyeke baş li cem malbata xwe tedawî bibe, înfaza wî bê taloqkirin û berdan em bang li Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê, Wezareta Dadê û hemû saziyên berpirsyar dikin ku bi lez gavên pêwîst biavêjin.”

TOHAV: Li Tirkiyeyê girtîgeh birînên ne kewandî ne

Endamê TOHAV’ê parêzer Îbrahîm Bîlmez anî ziman ku ji bo mirov bizanin li welatekî demokrasî heye an na divê li girtîgehan bê nêrîn û bi lêv kir ku li Tirkiyeyê girtîgeh “birînên ne kewandî ne”. Bîlmez bi bîr xist ku li girtîgehan gelek girtiyên nexweş hene û sedemê vê nêzîkatiya “tolhilîner” a dewletê ye. Bîlmez, destnîşan kir ku divê dewlet dest ji vê nêzîkatiya xwe berde û bang kir ku mûxalefet di vê mijarê de hestiyar be.

 Endama CÎSST’ê Ozge Akyuz jî anî ziman ku girtî di şertên îşkenceyê de dijîn û bang kir ku saziyên dewletê berpirsyarên xwe bi cih bînin.  

Seroka Şaxa ÎHD’ê Gulseren Yolerî jî bi bîr xist ku dewlet neçare mafên jiyan û tenduristiyê yên girtiyan bi cih bînin û wiha got: “Em daxwaza xwe ya ku dewlet di vê mijarê de berpirsyariyên xwe bi cih bîne dubare dikin.”

 Endama ÇHD’ê parêzer Seda Şaraldi jî bal kişand ku bi pêkanînên li girtîgehan nexweşiyên biçûk jî mezin bûne. (MA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
OHD’ê bo berdana girtiyê nexweş Kuday serî li dozgeriyê da

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *