Parêzerê Weqfa Hîranûrê li Wanê ji AKP’ê bûbû bernamzet

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Derket holê ku parêzerê damezrînerê Weqfa Hîranûr Yusuf Ziya Gumuşel ku zaroka xwe ya 6 salî ‘Zewicandibû’, Muslum Gezer, di hilbijartinên 2018’an de li Wanê ji AKP’ê bûye bernamzetê parlamenteriyê.

Danişîna sêyan ya doza derbarê ‘Zewicandina’ zaroka 6 salî ku di çarçoveya ‘Îstismara zayendî ya li hemberî zarok’ de hatiye vekirin, îro li 2’yemîn Dadgeha Ceza ya Anadoluyê tê dîtin. Çav li rêye ku di vê danişînê de heyata dadgehê biryara xwe eşkere bike.

Derbarê damezrînerê Weqfa Hîranûr ya girêdayî Cemaeta Îsmaîlaga, Yusuf Ziya Gumuşel de ji ber ku bi mehra olî keça xwe ya 6 salî H.K.G., li gel Kadîr Îsteklî re ‘Zewicandibû’, bi hinceta ‘Îstismara zayendî ya li hemberî zarok’ ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Anadolu ve lêpirsîn hatibû vekirin.

Li gor nûçeya Birgunê, derket holê ku parêzerê Gumuşel, Bulut Muslum Gezer ku di heman demê de endamê AKP’ê yê Meclîsa Şaredariya Sultanbeyliyê ye, di sala 2018’an de li Wanê ji AKP’ê bo namzetiya parlamenteriyê serlêdan kiriye, lê cih jê re nehatiye dayîn.

Ji îdîanameyê…

Di îdîanameyê de ji bav Yusuf Ziya Gumuşel û dayîk Fatima Gumuşel re ji sûcê ‘Îstismara zayendî ya li hemberî zarok a bi avayekê rêzkirî’ heta 22 sal û 6 mehan ceza tê xwestin.

Her wiha ji Kadîr Îstekliyê ku H.K.G., pêre hatiye zewicandin re ji sûcên “Îstismara zayendî ya li hemberî zarok a bi avayekê rêzkirî” û “Êrîşa zayendî” heta 67 sal 10 meh û 15 rojan ceza tê xwestin. Di danişîna yekan a 30 Çileyî hatibû li darxistin de heyeta dadgehê derbarê dozê de biryara ‘Qedexeya weşanê’ dabû.

Di danişîna duyan ya 27’ê Sibatê de jî dozger mutaala xwe ya esasî xwendibû û daxwaz kiribû ku gumanbar bêne cezakirin. Gumanbar Yusuf Ziya Gumuşel û Kadîr Îsteklî bi avayekî girtî, dayîk Fatima Gumuşel jî negirtî tê darizandin.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Parêzerê Weqfa Hîranûrê li Wanê ji AKP’ê bûbû bernamzet

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *