Parlamentera HDP’ê Semra Guzel nehate tehliyekirin

featured
Parlamentera HDP'ê ya berê Semra Guzel
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Parlamentera HDP’ê Semra Guzel ku beriya niha hatibûn girtin, di danişîna îro hat dîtin de nehate berdan.

Duyemîn danişîna doza Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê, li 22’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hate dîtin. Parêzerên Guzel ê di danişînê de amade bûn. Lê Guzel ku xizmên wê di erdhejê de jiyana xwe ji dest dabûn tev li danişînê nebû.

Biryarên AYM’ê hatin bibîrxistin

Danişîn, bi ewraqên nû yên li dosyayê hatine zêdekirin dest pê kir û piştre jî parêzer axivîn. Parêzer Senem Doganoglû biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ên têkildarî Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag û parlamenter Sirri Sureyya Onder bi bîr xist û wiha got: “Fezleke, bi binpêkirina mafê parêzbendiyê hatiye amadekirin. Ev yek veguherandine lêpirsînê. Em dixwazin ku doz were betalkirin.”

Dozger jî xwest ku daxwaza betalkirina dozê bê redkirin. Şandeya dadgehê daxwaz red kir û danişîn domand.

 ‘Wêne beriya parlamenteriyê hatine kişandin’

Parêzer Eylem Kayaoglû jî xalên 83 û 14’emîn ên Destûra Bingehîn bi bîr xist û wiha got: “Wêneyên ku weke delîl tên nîşandan, beriya parlamenteriyê hatine kişandin. Lêpirsîn jî heta sala 2021’an lil Semsûrê ma. Beriya hilbijartinê, dosyayên Enîs Berberoglû, Leyla Guven, Mustafa Balbay, Omer Faruk Gergerlîoglu jî hebûn. Heman tişt li dijî wan jî hate kirin û AYM’ê biryara binpêkirinê da. Ez dixwazim ku biryarên AYM’ê yên berê bên lêkolînkirin. Îdianame li gorî usûlê nehatiye amadekirin. Beriya parlamenteriya wê were betalkirin, biryara şopandinê hatiye dayîn û ev yek li dijî destûra bingehîn e. Bi destê dadgehan, destûra bingehîn tê binpêkirin. Ez dixwazim ku miwekîla min were berdan.”

Parêzer Sînem Coşkun jî got ku miwekîla wê hatiye lînckirin û xwest ku were berdan.

Şandeya dadgehê biryar da ku rewşa girtî ya Guzel bidome, ewraqên serlêdanên ji bo AYM’ê pêşkeşî dadgehê bên kirin û danişîn taloqî 28’ê nîsanê kir. (MA)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Parlamentera HDP’ê Semra Guzel nehate tehliyekirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *